TJA kuştina 4 jinan şermezar kir 2020-12-30 14:38:47   AMED - TJA di civîna xwe ya çapemeniyê de bal kişand ser kuştina 4 jinan û got: "Ji ber bêcezahiştinê her roj jin tên kuştin û em wê tiştî qebûl nakirin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) duh derbarê Aylîn Sozer a ku li Stenbolê ji aliyê Kemal Delbe ve hatibû qetilkirin, Selda Taşa ya ku li Meletiyê ji aliyê mêrê ku pêre hatibû zewicandin Mehmet Taş ve hatibû qetilkirin, Betûl Tugluk a ku li Îzmîrê ji aliyê kurê xwe ve hatibû qetilkirin û Vesîle Donmez a ku li Dîlokê ji aliyê kurê xwe ve hatibû qetilkirin de civîna çapemeniyê li dar xist.     Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê û aktîvîsta TJA’yê Seval Gûlmez di civînê de axivî. Seval, di axaftina xwe de bal kişand ser asta zêdebûna şîdeta li hemberî jinê û got: “Em şînê nagirin û em bi hersin. Em ê ji bo cezagirtina kujeran her tim di nava hewldanan de bin. AKP’ê bi polîtîkayên olî li hemberî jinê dijminatiyê zêde dike."    Sevalê diyar kir ku jin li malê, li kolanan, li cihê kar tên kuştin û bi şîdetê re rûbirû dimînin. Sevalê wiha dirêjî da axaftina xwe: "AKP’ê bi polîtîkayên xwe yên olî, tekparêzî û pêşniyaz qanûna qayûman a li hemberî sazî û rêxistinên sivîl jinê hedef nîşan dide. Em vê hişmendiyê baş nas dikin. Piştî qayûman saziyên jinan hatin girtin. Dixwazin hemû destxistinên me yên li dijî hişmendiya baviksalarî pûç bikin. Bi polîtîkayên xwe yên mêrparêz ve erîşên li ser jinê rewa dikin û saziyên me jî wek hedef tên nîşandidin."