Ji girtiyan re kartên sersalê şandin 2020-12-30 12:58:47     MÊRDÎN - Çalakvanên TJA'yê û jinên HDP'yî bi wesîleya sersalê girtiyên siyasî re kart şandin.   Tevgera Jinên Azad û jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya serêsalê girtiyên siyasî re kart şandin. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar û berdevka HDP'ê parlementera Mêrdînê Ebru Gunay, çalekvanên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinan ya HDP'ê ya Mêrdînê beşdarî çalakiya kart şandinê bûn.   Parlamenter Pero li ber deriyê Postexaneya Artukliyê axivî û diyar kir ku bila ev sal bibe wesîleya azadiya hemû girtiyên azadiyê.