Platforma Jinan a Dîlokê: Bêceza hiştin rê li ber kuştinê vedike 2020-12-30 12:42:26   AMED -  Platforma Jinên Demokrat a Dîlokê ji bo 4 jinên ku duh hatin qetilkirin daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber ku ceza ji kûjer re nayên birin kuştina jinan zêdetir dibe.   Platforma Jinên Demokrat a Dîlokê duh derbarê Aylîn Sozer a ku li Stenbolê ji aliyê Kemal Delbe ve hatibû qetilkirin, Selda Taşa ya ku li Meletiyê ji aliyê mêrê ku pêre hatibû zewicandin Mehmet Taş ve hatibû qetilkirin, Betûl Tugluk a ku li Îzmîrê ji aliyê kurê xwe ve hatibû qetilkirin û Vesîle Donmez a ku li Dîlokê ji aliyê kurê xwe ve hatibû qetilkirin de daxuyaniyeke nivîskî da.     Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji ber ku daraza baviksalarî kesên tundîtîyê dike bê ceza dihêle û ji ber rewşa baş jî cezayê dadixe her ku diçe tundiya li hemberî jinê zêde dike. Zimanê çapemeniyê, daxistina cezayan, kodên ehlaqî yên baviksalarî dibin sedema zêdebûna qetlîma jinê. Kujer xwe dispêrin nirxên baviksalariyê û her wiha bêdengmayîna hiqûqê jî hêzê dide wan kujeran.   Em  tucarî dest ji mafê xwe bernadin û em ê her tim dengê xwe bilind bikin. Em ê ji bo jiyanek azad û wekhev xwe birêxistinbikin. Ji bo mezinkirina têkoşînê em bang li jinan dikin ku xwedî li Peymana Stenbolê derkevin."