'Jinên êzidî li hemberî her cureyên êrîşan li ber xwe dan' 2020-12-30 09:41:07   ŞENGAL - Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî kar, xebat û bûyerên di sala 2020’an de derketin pêş nirxand. Sebîha da zanîn ku ew dixwazin sala 2021'an ji bo wan bibe sedema hêviyên mezin û got wan li hember hemû êrişan di sala 2020'î de jî li berxwe dane.    Têkildarî kar, xebat û geşedanên di sala 2020'î de Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî bi lêv kir ku ew hêvî dikin ku sala 2021'an bibe sala azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.    'Me li hember hemû erîşan berxwedana xwe mezintir kir'   Sebîha da zanîn ku di 2020'an de jî têkoşîna Gelê Kurd dewam kir û wiha got:"Me di vê salê de gelek bedelên giran dan. Tevî hemû êş û zextan me xebatên xwe dan meşandin. Hinek bûyerên cihê xemgîniyê jî hebûn. Yek jê şehadeta Zerdeşt Şengalî bû. Em weke TAJÊ her dem şopdarên rêya şehîdên xwe ne. Me gelek plansazî ava kirine. Me xwest jinan hîn bêtir bi rêxistin bikin û tevlî kar bikin. Loma di her alî de kar û xebatên me hatin meşandin. Êrişên dijmin li ser me tê kirin. Bi taybet jî bi ser jinan. Ruxmê hemû erîşên hovane jî jina Ezidî serî netewand û çong danenî. Me li hember hemû erîşan berxwedana xwe mezintir kir. Erîş çiqas giran jî bin wê berxwedana me ewqas mezin û berfireh bibe. Edî weke jinên Ezidî em xwedî hêz û rexistin in. Em êdî dikarin bersiva hemû erîşan bidin. Ev planên ku herî dawî li ser Şengalê tê meşadin bi pêşengiya jinê vala hat derxistin. Êdî jina Ezidî hatiye wê astê ku dijminê xwe nas dike û planên wan dizanê. Li dijî vê em li berxwe didin."   'Parastin û xwedîderketina civakê erka me ye'   Sebiha di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana jina Êzidî ya piştî fermanê û wiha got:" Hemû cihan dît ku di van erîşan de êşa herî mezin jina Ezidî jiya. Ya ku herî zêde hate hedefgirtin tecawiz lê hat kirin û hat qetilkirin jina Ezidî bû. Civaka me û hemû kes îro vîna jina Ezidî dît. Êdî em bi pêşengtiya TAJÊ hedef û armancên şehîdên 74 fermanan pêk tinîn. Me bersiva ferman û erîşan bi rêxistinbûyînê da û em ê rêxistina xwe mezin bikin. Êdî dijmin jî rastiya me û hêza me ya berxwedanê dît. Em tu carî keda ku di vê rêke de hatiye dayîn ji bîr nakin. Piştî fermanê di vê salê de cara yekem bû ku jina Êzidî cihê xwe di kar û xebatên diplomasiyê de girt û ji bo parastina destkeftiyên civaka xwe hevdîtin pêk anî. Jinan di her alî de cihê xwe di kar û xebatan de girtin û roleke mezin lîstin. Weke jinên Êzidî me li Bexda bi şandeyên hikumetê re û li Silemanî jî bi gelek sazî û rexistinan re hevdîtin pêk anî. Armancên me di van hevdîtinan de parastina destkeftiyên civaka me û valaderxistina planên li ser civaka me bû. Ji ber ku dijmin her tim dixwaze di şexsê jinê de civakê tunê bike. Weke jin jî parastina civak û xwedîderketina civakê jî berpirsiyarî û erka me ye. Bi vê erk û berpirsiyariyê em xwedî li daxwazên jinên ku ji fermanê heta roja îro çarenûsa wan ne diyar e derdikevin. Di heman demê de ev peyman di navbera Bexda û Hewlerê de li ser Şengalê hatiyê îmzekirin jî em weke berdewamiya fermanê dibînin. Em baş dizanin ku tu kes naxwaze civaka me bibe xwedî vîn û azad bijî. Dixwazin Şengal vegere beriya fermanê.”    'Bila sala 2021'an bibe sala azadiya Abdullah Ocalan'   Sebiha Sebrî wiha dawî li axaftina xwe anî."Em weke jin û gel dikevin saleke nû ya sala 2021’an. Şengal niha di rewşeke xetere de ye. Pewîst dike weke jin ji bo parastina axa xwe ji hemû tiştî re amade bin û dest bidin hevdû. Îro ji me hemûyan tê xwestin ku sala 2021'an bibe sala azadî û xweseriya Şengalê. Ji bo jinên Ezidî bikaribin li ser axa xwe azad bijîn têkoşîna vê pewîst dike. Kar û xebatên ku me nedikarî di sala 2020’an de pêk bîne pewîst e em di vê sala nû de pêk bînin. Ji bo pêkanîna vê jî çi tê xwestin em ê bikin û xebatan mezin bikin. Hêviya min ji sala nû ew e ku sala 2021'an bibe sala azadiya Rêber Apo."