'Bila daxwaza girtiyan bînin cih' 2020-12-30 09:07:11   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Sehep Sayan a ku xizma girtîyê di Girtîgeha Alanyayê de ye ragihand ku di girtîgehê de kesên ku piştî dora wan a girevê diqede û dest ji gireva biçîbûnê berdane cazayê hûcreyê li wan tê birîn. Sehepê ji bo ku dawî li gireva birçîbûnê bê anîn daxwaza hildana tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir.    Dayika Ramazan Sayan ê girtî Sehep Sayan dibêje ji bo girtîyên li Girtîgeha Alanyayê ku ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 5 roj gireva birçbûnê ya domdar û dorveger dabûn destpêkirin cezaya hucreyê dane. Sehepê got kurê wê jî 5 sale di girtîgehê de ye û dibêje ew di axaftina ya bi telefonê de hîn bûye ku ji bo kurê wê jî cezayê hucreye dane. Sehepê da ragihand ku wê grevên domdar û dorveger dê vegere gireva bêdorveger û xwest ku daxwaza girtîyan bê cih.   Ger pêwist be em ê jî têkevin greva birçîbûnê    Sehepê dibêje rêveberên Girtîgeha Alanyayê ji bo girtiyên ku ketine greva birçîbûnê cezayê dîsîplîn û cezaya hucreya yekkesî didin. Sehepê di darberê mijarê de wiha axivî: “ Jixwe zarokên me di nav rewşeke xerab de bûn niha jî rewşeke xirabtir dijîn. Em dixwazin dengê xwe bidin bihîstin. Ger pêwist bibe em ê jî têkevin greva birçîbûnê. Ev bû qasî salekê bi hinceta pandemîyê nahêlin ez kurê xwe bibînim. Ez nikarim darberê kurê xwe de tu agahiyekê bigirim, kesekî ku ez lê bipirsim jî nîne. Gardîyan jî tu agahiyê nadin min. Gava ku em diçin hevdîtinê jî cilên me û xişrê me ji me dikin. Ev sepan tenê ji xizmên girtîyên sîyasî tê kirin. Ez dibêjim ‘ Ez tenê kurê xwe bibînin bes e’ ji ber vê ez hemû zilma tê kirin qebûl dikim.”   Digel Pandemiyê jî her roj bi ser koguşan digirin   Sehepê dibêje berê ji mehê carekê yan jî ji mehê du caran kontrola koguşa dihat kirin lê niha ne wisa ye hema bibêje her roj tên bi ser koguşan digirin. Sehepê wiha lê zêde kir: “ Eger pandemî  û nexweşî heye çima bi ser koguşan  digirin, cih û cilên girtîyan belawela dikin? Kantîn jî zaf biha ye, tiştekî li derve 1 lîra be li hindir 4 lîra ye. Loma jî kesên di hindir de gelek dijwarîyan dikşînin. Hemû jî zarokên min in. Tu ferqa wan ji kurê min nîne. Gava ku yek ji wan dikeve greva birçîbûnê yê ku neketîyê jî xwarinê naxwe.”   'Bila daxwaza girtiyan bînin cih'   Sehapê di derbarê kurê xwe de dibêje, ew gava ku ketiye greva birçîbûnê bandoreke neyî li çavên wî hatiye kirin û bi mehan şûnde berçavk dane wî. Her wiha bi kêfî avê li ser wan dibiri. Niha jî hejmara girtiyên koguşê 30 derbas kiriye û ji ber pandemiyê jî kesî nabin nexwaşxaneyê, kesên dibin jî 15 roj di koguşa karantînayê de digirin. Sehepê wiha berdewam dike. “ Zexteke zêde li min dikin. Em dixwazin li dijî vê yekê bê derketin. Vêga ew di greva birçîbûnê ya 5 rojan a dorveger de ne lê dibe ku ev veguhere greva bêveger. Ji bo ku zarokên me jiyana xwe ji dest nedin bila daxwaza wan bînin cih û bila hevdîtinê bidin destpêkirin.”   Pirsgirêkên li Tirkiyeyê encax bi mizakereyê çareser bibin   Sehapê dawîya axaftina xwe bi van gotinan anî: “ Divê daxwaza girtiyan a darberê Abdullah Ocalan de bên cîhanîn. Li Tirkîyeyê li hemberî  pirsgirêkên aborî, tendurîstî û yên din gotina wek ‘ pirsgirêka Kurdan’ tê sepandin. Abdullah Ocalan serokê Kurdan e. Bû 20 sal wî bernadin. Em ji vê yekê re dibêjin êdî bes e. Pirsgirêk tenê ya kurdan nîne. Em dixwazin aştî û çareserîyek bê dîtin. Em ji cih û warên xwe hatin vir. Welatê me hat şewitandin hat talankirin. Li me tundî hat kirin. Em dibêjin êdî bes e.”