Jinan sala 2020'î kirin sala serkeftinê ya li dijî dagirkerî û tecrîdê 2020-12-30 09:04:31   Ronahî Nûda   QAMIŞLO - Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinê tê pênasekirin û jinan di sala 2020'î de gavên mezin avêtin û car din mohra xwe li dîrokê dan.    Bi pêşengtiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava salekê de gelek çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin. Jinê di qada siyasî, aborî, çandî, civakî, perwerde û jiyanî de gelek rolên mezin leyistin. Her wiha li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê sekneke xurt nîşan dan û bi ruhê fedaî li beramberî hemû cureyên êrîşan rawestiyan. Her wiha jinan di vê salê de çalakiyên mîna 8'ê Adarê, 25'ê Mijdarê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gelek çalakiyên cur bi cur li dar xistin. Bi sala 2020'an re rêxistin û tevgerên jinan kongre û konferansên xwe li dar xistin, bi vê yekê biryarên girîng dan, rêxistinbûn û saziyên xwe hîn bêtir berfireh kirin.   Bi pêşengtiya jinê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi rê ve diçe. Li dijî vê yekê dewleta tirk di 23'yê Hezîrana 2020'an bi balafirên bêmirov êrîşî gundê Helincê ya bajarê Kobanê kir. Di encamê de Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Mihemed Weysî jiyana xwe ji dest dan. Lê rêhevalên Zehra, Hebûn û Emînê sonda xwe nû kirin û soza şopandina doza wan dan.     Ka em ji nêz de binêrin saleke jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa derbas bûye:   Çile   *Bi boneya salvegera şehadeta sê jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez, jinên Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Sakîne û Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" daketin qadan û qetlîama li ser her sê jinên siyasetmedar şermezar kirin.   *Fîlmê bi navê "Ji bo Azadiyê" yê ku ji aliyê komîna Fîlmên Rojava ve yê derbarê berxwedana Sûrê ya Amedê de ku derhênertiya wê Ersîn Çelik kir, li Rojavayê Kurdistanê hate pêşandan.   *Bi pêşengiya Tevgera Kevana Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Şehbayê 4'emîn Mîhrîcana Mîtan bi dirûşma "Em jiyanê diçînin" hat li darxistin. Mîhrîcan di 26'ê çileyê de dest pê kir heta 5'ê Sibatê dom kir û  gelek şanoyên cur be cur hatin pêşkêşkirin.   *Partiyên Siyasî yên Kurdî bi pêşengtiya Partiya Yekîtiya Demokratîk meşek bi dirûşma "Bi rihê yekîtiya Gelê Kurd, em ê dagirkeriyê têk bibin" ji bo yekîtiya kurdan li dar xistin. Di vê meşê de 12 partiyên kurd amade bûn.    Sibat   *Bi boneya 14’emîn salvegera Leyla Welî  (Viyan Soran) ku di 2 Sibata 2006’an de li Heftenînê li dijî Komploya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir û çalakiya fedayî li dar xist, Kongera Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bi semîneran ew bi bîr xist.     *Bi pêşengtiya Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê ji bo pirsgirêkên di nava civak û saziyan de bên çareserkirin dest bi çalakiya 'Çand û Civak' ya heftane hat kirin. Çalakî li navenda Baqî Xido ya Kantona Kobanê hat lidarxistin. Di vê pêngavê de semînerên cur be cur hatin dayîn.   *Bi minasebeta 15'ê Sibatê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rojan çalakiyên cur be cur bi dirûşma "Em roja qirkirina gelan û komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" hatin lidarxistin.   *Di 27'ê Sibata 2020'an de mijara şewata daristana Girava Îmraliyê derkete pêş. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî şewata ku li Girava Îmraliyê derket  gelek çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.    Adar   *Bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 1'ê Adarê de bernameya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê hat eşkerekirin. Di çerçoveya 8'ê Adarê de daxuyanî hatin dayin, semîner û civîn hatin lidarxistin. Serdana birîndarên şer, hat kirin û mîhrîcana rewşenbîran hat lidarxistin. Her wiha serdana Jinwarê hatin kirin. Her wiha 8'ê Adarê bi şahiyan hat pîrozkirin.   *Di heman demê de li Minbiç-Dêra Zor- Reqa-Tebqa 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi dirûşma "Bi ruhê şehîd Hevrîn 8'ê Adarê bi yasemînê difore" bi çalakiyên mîna xemilandina çerxerêyan, semîner, civîn, serdana goristanê, serdana koçberên Idilibê, serdana malbatên şehîdan, meş, şahî derbas bû û  meclîsa leşkerî ya jinan hat ziyaretkirin.    *Di 12’ê Adara 2004’an de, li bajarê Qamişloyê dema ku ciwanên kurd di stadyomê de li maça fûtbolê temaşe dikin, di encama pilaneke qirêj a ji aliyê rêjîma BAAS'ê ve ku tevlîheviyekê di nabera kurd û ereban de ava bike, şer derket. Di nava şer de hejmarek ciwanên kurd bi  destên rejîmê, jiyana xwe ji dest dan û ev roj bû çirûska yekem a serhildana kurdan a li hember sîstema şovînîst a BAAS'ê. Bi armanca bîranîna 12'ê Adarê li Rojavayê Kurdistanê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.   *Bi pêşengtiya Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê û ji bo danasîna rola jinên parêzer a di nava civakê de û parastina wan a ji maf û zagonên jinan re, jinên parêzer civîn li dar xistin.   *Şêniyên Efrînê bi dirûşma "Tirkiye axa me talan dike zarok û mezinên me dikuje Rûsya jî bêdeng e" roja dagirkirina Efrînê bi meş, daxuyanî û civînan şermezar kirin. Her wiha find li ser gorên pakrewanan pêxistin.   *Salvegera komkujiya Helebçeyê ku rêjîma BAAS'ê ya Iraqê bi rêveberiya dîktator Sadam Hisên di sala 16’ê Adara 1988’an de pêk anî hat bîranîn. Di salvegera vê rojê de Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pakrewannê Helebçeyê bi bîr anîn.   *Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî belav bûna vîrûsê li tevahî deveran cara yekem di 12'ê Adarê de ji bo parastina welatiyan ji vîrûsa Korona tedbîrên wek qedexeya derketina derve, hemû sazî, dezgeh, nexweşxane û rêk rojane dihatin dezefengte kirin. malbatên ku xizanin alîkarî hat dayîn, rûpoş ji aliyê gelek dirûnxanê ve hatin çêkirin û madeyên paqijiyê li ser şêniyan dihat belavkirin.    *Ji ber Vîrusa Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroza girseyî ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hat qedexekirin. Ji bo wê agirê Newroza 2020'î bi komên biçûk hat geşkirin.    Nîsan   *Yekîneyên Parastina Jinê di 4'ê Nîsana 2013'an de bi awayekî fermî hat avakirin û di demek nêz de ji bo tevahî jinên cîhanê bû hêviyek mezin.  YPJ'ê li dijî DAIŞ'ê şer kirin û şervanên YPJ'ê ji her jinekê ku bi kuştin, zordarî, revandin û jinên ku di bazaran de dihatin firotin tola wan hildan.   *Bi boneya 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek dar hatin çandin.    *Di 25'ê Nîsana 2017'an de balafirên dewleta tirk  Çiyayê Qereçoxê bombebaran kir. Di nava êrîşê de gelek saziyên leşkerî û Radyoya Dengê Rojava hatin hedefgirtin.  Di encama topbaranê de 20 şervanên YPJ/YPG'ê di nav de sê Endamên Ragihandina YPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Ev roj her sal ji aliyê şêniyên Rojavayê Kurdistanê ve tê bîranîn.    *Ava Çemê Firatê ji aliyê Tirkiyê ve derbasî Sûriyê dibe û welatiyê herêmê li ser vê avê dijîn, çi ji milê çandî, ava vexwarinê û kerhrebê ve, dewleta tirk ji destpêka meha Nîsanê ya 2020'an ve ava Firatê qutkiriye. Ev yek jî bû sedema ku miqdara avê di bendavan de kêm bibe.     Gulan    *Bi boneya 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê li Bakur  û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyanî, civînan û serdana karkeran hat pêşwazîkirin.    *Bi hatina çînîna zewiyan cardin dewleta tirk bi topan êrîşî zeviyên welatiyên li Şehba, Kobanê, Qamişlo û Til Temirê kir û di encamê de bi sedan donimên welatiyan hatin şewitandin. Li beramberî şewatan ji aliyê HPC-JIN ve parastina zeviyan dihat kirin û di 24 saetan de nobedariya zeviyan dikirin.    *Endama Akademiya Jineolojîyê Malda Kûsa di 4'ê Gulana 2019'an de di encama teqîna mayînekê de li navçeya Holê ya Kantona Hesekê jiyana xwe ji dest da. Malda Kûsa yekemîn pakrewana Akademiya Jineolojîyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyêye.   *Dirûnxaneya Şehîd Amargî ya jinan di nîsana 2020'an de li bajarê Kobanê hate vekirin û di dirûnxaneyê de 7 jin kar dikin.    *Di nîsana 2020'an de dewleta tirk li Bakurê Kurdistanê û li herêma Efrînê gorên şehîdan dirûxandin, li dijî vê yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.    *Di salvegera şehadeta Hozan Mîzgîn de li seranserê Rojavayê Kurdistanê çalakiyên cur be cur û şeva hunerî hatin lidarxistin.   *Di gulana 2020'an de li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê Komeleya Xwedîkirina Zarokên Bêkes hat avakirin. Ev komele jî bi alîkariya Meclîsa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Heyva Sor a Kurd hat vekirin.   *Bi boneya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li seranserî Rojavayê Kurdistanê daxuyanî hat dayîn û şahî hat lidarxistin.   *Bi boneya 18'ê Gulanê meha pakrewanan li Rojavayê Kurdistanê li goristana pakrewanan find hatin vêxistin û daxuyanî hatin dayîn.    *Bi boneya cejina Remezanê Malbatên Şehîdan serdana goristina pakrewanan kirin şev find vêxistin û siharê jî li ser tirba zarokên xwe şekir belav kirin û gul çandin.   *Di 25'ê Gulanê de bi rê û berpirsiyartiya Hêzên Rûsya yekem konvo ku ji çend malbatên Til Temirê pêk tên ber bi navçeya Eyn Îsa ku li Herêma Firatê dikeve ketin rê û di heman demê de berovajî wê konvoyek ji şêniyên Eyn Îsa ew jî ketin rê û ber bi Til Temirê ve hatin.   *29'ê Gulanê Heyva Sor a Kurd û bi alîkariya Heyva Sor a Kurdistanê navenda beşa awarte û alîkariya yekem li bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê vekir.   Hezîran   *Di 4'ê Hezîranê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê Leyla Guven hat dîlgirtin. Piştî dîlgirtina Leyla Guven li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê sazî û rêxistinên jinan ve gelek çalakî wek meş û daxuyanî hatin dayîn û bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk dan.   *Di 7'ê Hezîrana 2020'an de komên çekdar ên li Efrînê jina ciwan a bi navê Melek Nebî Xelîl a 16 salî qetil kirin û cenazeyê wê avêtibûn zeviyên gundê Fêrziyê yê Rojhilatê bajarê Ezazê.   *Di 13'ê Hezîranê de li Tebqayê Navenda Weqfa Jinê bi şahiyekê hate vekirin.    *Di 15'ê Hezîranê de  li bajarê Minbicê ji bo danasîna Jineolojîyê dewreyek perwerde bi tevlîbûna 29 jinên Mamoste hat destpêkirin û perwerde hefteyekê hate dayîn.   *Di 15'ê Hezîranê de Rêveberiya Jinê ya Tebqa yekem dewreya bîrdozî bi navê şehîd Adar Harûn ji bo jinên ku cihên xwe di sazî û dezgehên Rêveberiya Jinê de digirin hate vekirin û 17 roj dom kir.    *Di 16'ê Hezîranê de Rêveberiya Jinê ya Dêra Zorê semînerek têkildarî tundiya li ser jinê dan.    *Di 18'ê Hezîranê de Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek  têkildarî aborî, derûnî, civakî û pirsgirikên jinê bi Komîteya Jinê ya Demokratîk û Komîteya Jinê ya Meclîsên gund û bajarê Minbicê çêkir û di wê civînê de gelek biryarên girîng hatin sitendin.    *Di 23'yê Hezîranê de dewleta tirk bi balafirên bêmirov êrîşî gundê Helincê yê bajarê Kobanê kir û di encamê de Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, ji Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika bi navê Emîne Mihemed Weysî jiyana xwe ji dest dan. Li dijî vê komkujiyê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve bi rojan ev komkujiyî bi meşan, daxuyaniyan û çûyina li gel koalisyonê şermezar kirin.    *Di 27'ê Hezîranê de Meclîsa Jinê ya Ciwanên Minbicê têkildarî rewşa jinên ciwan û kiryarên dewleta tirk ên li dijî jinê civînek berfireh li dar xistin.   *28'ê Hezîranê Rêveberiya Jinê ya Tebqayê li dijî êrîşên dewleta tirk 3 rojan konê çalakiyê vedan.   Tîrmeh   *Bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê hefteya hunerî ya bi dirûşma "Cineta yekem kevan e, werin em zindî bikin" li gundewar û navçeyên Kantona Şehbayê hefteyekê hat li dar xistin.   *Di 6'ê Tirmehê de Akademiya Jinê ya Sûriyeyê li Tebqayê akademiya bi navê Zehra Berkel vekirin û ev dewre 20 rojan dewam kir. Di vê perwerdeyê de jinên Dêra Zorê û Tebqayê yên ku cihên xwe di sazî dezgehên Rêveberiya Jinê de digirin tevlî bûn.   *Sûka şînkahî û fêkiyan di 16’ê gulana 2020'an de li navçeya Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişloyê ji aliyê Aboriya Jinê ve hat vekirin. 4 jin li bazarê dixebitin. Di bazarê de hemû cureyên şînkahî û fêkiyan tên firotin, her wiha projeyên din ên jinan mîna vekirina dikanê cil û bergên kurdî, pêdîviyên jiyanî di nava bazarê de tên pêşxistin. Jin di vê bazarê de bi rihekî geş kedê didin.   *Rêzecivînên Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê li seranserî Kantona Şehbayê di 1'ê Hezîrana 2020'an de dest pê kiribû û di 7'ê Hezîrana 2020'an de bi dawî bû. Di rêzecivînan de rewşa siyasî a dawî  û rewşa jinê hate nirxandin.    *Komîteya Aborîyê ya Kongreya Star a herêma Firatê bi armanca pêşxistina aboriya jinê, şikandina nirxê buhayê cil û bergan li sûka Kobanê û ta ku di vê rewşa dijwar de bi gel re bibe alîkar di milê aborîyê de, di 11'ê Tîrmeha 2020'an de li kolana Tilelê ya Kobanê firoşgeha bi navê Amargîyê vekir.   *Bi boneya 8'emîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê şêniyên li Rojava gelek çalakiyên meş, daxuyanî, komcivîn û şahî lidarxistin.   *Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqayê ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê (19'ê Tirmehê) bi şahiyan pîroz kirin.   *Yekemîn Konferansa  Jinên Ciwanên PYD'ê di 25'ê Mijdarê de bi dirûşma "Rêxistinbûyina jinên ciwan di bin ronahiya felsefeya rêbertî de gihaştina Sûriyeke demokratîk e" li bajarokê Rimêlanê yê navçeya Girkêlegê girêdayî Kantona Qamişloyê hat lidarxistin. Konferans li Sendîkeya kedkaran bi beşdarbûna 150 delegeyên ji herêma Cizîr, Kobanê, Efrîn, Kongreya Star, Yekîtiya Jinên Ciwan, Meclîsa Jina di PYD'ê de hat çêkirin.    Tebax   *Ji bo koçberên Serêkaniyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojhilatê navenda bajarê Hesekê bi 12 km 'Kampa Serêkanî' ava kirin. Kampa Serêkanî di 20'ê Tebaxa 2020'an de bi daxiyaniyekê hate vekirin.   *Di 15'ê Tebaxa 2016'an de bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Bi munasebeta vê rojê gelek şahî, daxuyanî û meş hatin lidarxistin.    *Di 20'ê Tebaxa 2020'an de Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê, Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan û Komîteya Întîharê, wêneyên jinên ku hatine qetilkirin û dawî li jiyana xwe anîne li kolanên Kobanê yên sereke û gundewarên wê daliqandin.   *Midûriyeta Avê ya Kantona Hesekê di 20'ê Tebaxa 2020'an de stasyona Heme wekî projeyek alternatîf a ji stasyona Elok re da şuxilandin. Di stasyona Heme de 50 bîr hatine kolandin. Tê zanîn ku stasyona Elokê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye desteserkirin.   *Bîroya Jinê ya MSD'ê ya Minbicê komxebatek têkildarî jinê di warê siyasî de di 22'yê tebaxê de li dar xist.   Îlon   *Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Konferansa xwe ya 3'yemîn di 5'ê Îlona 2020'an de bi dirûşma "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê têk bibin" bi tevlîbûna 100 delegeyan li dar xistin û di konferansa xwe de Meclîsa xwe îlan kirin.   *8'ê Îlonê Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê li bajarê Reqayê bi munasebeta damezrandina xwe şahiyek mezin organîze kirin.   *1'emîn konferansa Tenduristiya Jinê bi dirûşma "Jina tenduristiya wê baş, çavkanî û hêza jiyana bi tendurist e" bi tevlîbûna 127 delegeyan di 11'ê Îlona 2020'an de li dar xistin û di konferansê de Meclîsa xwe îlan kirin.   *1'emîn konferansa Hêzên Parastina Civakî ya Jinê (HPC-Jin) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Hebûna xwe biparêze! Azadiya xwe mîsoger bike" bi tevlîbûna 62 delegeyan hate lidarxistin.   *Bi armanca sekinandina êrîşên dewleta tirk ên li ser çiyayên Kurdistanê û bêdengiya dewletên navneteweyî, Dayikên Gerîla di 16'ê Îlonê de  dest bi pêngavekê kirin. Navê pêngavê 'Dayikên Gerîla' ye. Ew pêngav her hefte bi çalakiyên cur be cur dewam dike.   *23'yê Îlonê Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqayê pêşengeha wêneyan û hunera destan li dar xist.    *Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Bi rêxistin û piştgiriya jina azad em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriya demokratîk mîsoger bikin" bi tevlûbana 200 delegeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 29'ê Îlona 2020'an de kongreya xwe ya 2'emîn li dar xist.   Cotmeh   *Dîlara Kînc (Arîn Mîrkan) a  ji gundê Mîrkan yê navçeya Mabata ya Efrînê ye û di 5'ê Cotmeha 2020'an de li girê Mîştenûrê ya bajarê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiya fedaî pêk tîne. Di salvgera şehadeta Arîn Mîrkan a 6'emîn de bi gelek bernameyan hat bîranîn.    *Komeleya Mafê Jinan "AWID" di sala 1982'an de ji bo hevsengiya hiqûq, parastina hiqûqê jinê, edaleta di navbera jin û mêr de, hat damezrandin. Di nava arşîva vê komeleyê de 450 jin ji tevahî welatên cîhanê weke jinên xwedî bandor û mohra xwe li dîrokê dane hatine hilbijartin. Yek ji van jinan jî Sekretera Giştî ya Partiya Sûriye Pêşeroj Hevrîn Xelef e.    *Yekîtiya Jinên Suryan a Sûriyeyê kongreya xwe ya 3'yemîn di 2'yê Cotmeha 2020'an de bi dirûşma  "Têkoşîna jinê dadmendî, aşitî û azadî ye" li dar xist.   *Di 3'yê Cotmeha 2020'an de bi dirûşma "Na ji tecrîdê re, bimire îxanet, dem dema azadiyê ye" Rêxistina Kongreya Star a navçeya Ehdas ya girêdayî Kantona Şehbayê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek dirêj bi tevlîbûna 150 jinê li navçeya Ehrezê li dar xist.   *Di 8'ê Cotmehê de Rêveberiya Jinê ya Reqayê têkildarî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî û civîn li dar xist.   *Di 9'ê Cotmeha 2019'an de ango di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Gelê Kurd û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dewleta tirk û komên girêdayî wê êrişî Girê Spî û Serêkaniyê kirin. Di vê rojê de gelek çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.   *Di roja sêyemîn a êrişan a di 11’ê Cotemeha 2019'an de ya ser rêya M4'an siyasetmedara jin û Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bû hedefa kemîneke pilankirî  û hat qetilkirin. Hevrîn Xelef di roja salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn.   *13'ê Cotmeha 2019'an kerwaneke sivîlan a ji hemû bajar û herêmên Rojava ji bo piştgiriya têkoşerên Berxwedana Rûmetê, alîkarî û başkirina moralê gel berê xwe da Serêkaniyê. Dewleta tirk kerwanê sivîlan hedef girt. Di nava kerwanê de Endama Kongreya Star, di heman demê de Endama Meclîsa Edaleta Jinê Yadê Aqîde Osman jî cihê xwe digirt û di encama êrişên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da. Li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmên girseyî hat bîranîn û li ser navê Yadê Eqîdê li bajaroka Rimêlanê akademiyek hate vekirin.   *Tîma zenobiya yek ji tîmên fotbola jinên ciwan e û li Kantona Şehbayê hatiye avakirin, ev tîm ji 12 jinên lîstikvan pêk tê û tê de jin jî bi kêfxweşiyeke mezin cihê xwe di qada werzîşê de digire.     *Di salvegera şehadeta Hevrîn Xelef de, Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Helebê pêşengeha wêneyan bi dirûşma "Dagirkeriyê têk bibin, têkoşîn ji bo aşitiyê ye" bi tevlîbûna bi dehan endamên sazî û dezgehên sivîl li dar xistin.   *Zanîngeha Kobanê di meha cotmehê de bi beşên xwe yên Wêjeyî (Ziman û wêjeya Kurdî) û zanyarî (Biyolojî, Bîrkarî, Fîzik û Kîmiya û labaratuwar) dest bi sala xwendinê ya nû kir.   *4 rojnamevan Dilovan Gever, Mihemed Reşo, Seead Ehmed û Welat Erdemcî di encama êrîşên  Serêkanî de jiyana xwe ji dest dan. Bi boneya salvegera şehadeta wan de hevalên wan yên çapemeniyê ew bi bîr anîn.   *Ji bo pêşxistina kar û xebatê perwerdehiyê, di 15'ê cotmehê de Komîteya Pêşdibistanan a Kantona Hesekê pêşdibistanek bi navê Şehîd Leyan li Taxa Ezîziyê vekirin.   *Meclîsa Jina Azad a kantona Şehbayê bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Cotmeha 2020'an de dest bi hemleya îmzeyan kirin.   *Di 16'ê Cotmeha 2020'an bi dirûşma "Zanebûyîn, veguhertin, xweşikbûyîn"  Yekemîn Mîhrîcana Amara ya Şehbayê li Kantona Şehbayê hate lidarxistin.   *Di 17'yê Cotmeha 2017'an de bajarê Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, bi munasebeta vê rojê şahiyek mezin hate lidarxistin.   * Di 18'ê Cotmehê de Navenda Jineolojîyê ya bajarê Minbicê têkildarî kiryarên dewleta tirk ên li ser jinê komcivînek li dar xist.   *Rêxistina Kongreya Star a Rojava piştî bi armanca niqaşkirina rêbazên pêşxistina Kongreya Star xwedîderketina li tevahî jinan Kongreya Star 8'emîn Kongreya xwe li Kantona Qamişloyê bi tevlîbûna 300 delegeyan li dar xistin.   *Bi armanca şopandina rewşa jin û zarokên Koçber yên Serêkaniyê şandeyek ji Desteya Jin a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê  di 22'yê Cotmeha 20202'an de serdana Kampa Serêkaniyê kirin.   *Di dan û stendinên partiyên siyasî yên kurdî de, bi armanca avakirina yekrêziya kurdî ENKS’ê daxwaz kir ku, zimanê kurdî û pergala Hevserokatiyê li Rojavayê Kurdistanê bê qedexekirin. Têkîldarî vê yekê şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cur bi cur nerazîbûna xwe nîşan dan.    *Komîteya Jinê ya Meclîsa Kantona Efrînê dewreya duyem a perwerdeya mêran a bi navê Şehîd Zehra ya girtî di 24'ê Cotmehê de dest pê kir.    *Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê bi dirûşma "Welat yek e, çand rengînin em yek dest bin" 3'yemîn mîhrîcana Sema ya govendên gelêrî di 25'ê  Cotmeha 20202'an de li Kantona Şehbayê li dar xist.   *25'ê Cotmehê 1'em Mîhrîcana Kevneşop li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê hate lidarxitin.   *Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê di 26'ê cotmeha 2020'an de bi dirûşma “Bi tekoşîna yekîtiya gelan ji bo Sûryeke azad, em ê teqez bi ser bikevin” 1’emîn konferansa xwe li dar xist.   *Tevgera Kevana Zêrîn bi dirûşma “Bi çanda jina azad hunera şoreşê birêsin û dagirkeriyê têk bibin” 2’emîn konfransa xwe di 28'ê Cotmehê de li dar xist.   Mijdar   *1'ê Mijdarê Roja  Kobanê ya Cîhanê li seranserî Rojavayê Kurdistanê bi daxuyanî, meş û pîrozbahiyan hat pîrozkirin.   *Rêxistina Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  di 10'ê Mijdarê de bernameya rêzeçalakiyên xwe bi daxuyaniyekê li parqa xwendinê bi tevlîbûna hemû endamên rêxistina jinan eşkere kir.   *Rêveberiya Jinê ya Tebqa û Reqayê bi dirûşma "Na ji dagirkerî û qirkirinê re, bi hev re jin û jiyanê biparêzin" rêzeçalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê bi daxuyaniyekê eşkere kirin. Di rêzeçalakiyan de meş, vekirina akademiya jinê, belavkirina biroşûran, çandina daran, daxuyaniya birîndarên şer, şandeyeke jin serdana hêzên leşkerî bikin, komxebatek têkildarî zewaca di temenê biçûk de û pirzewacî, meşa jinên ciwan, hebûn   *12'ê Mijdarê Aboriya Jinê ya Minbicê erdên girêdayî wan zeytûn berhev kirin.   *Di 13'ê Mijdara 1960'an de roja şewata sînemaya Amûdê ye û di wê şewatê de nêzî 283 zarakên kurd jiyana xwe ji dest dan. Bi vê minesebetê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin.   *Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê di 12'ê Mijdarê de dewreya perwerdeya birdozî ji bo hevjînên pakrewanan vekirin. Ev perwerde li navçe û gundên Kantona Şehbayê bi tevlîbûna bi dehan ji hevjînên pakrewanan tê dayîn.   *Bi pêşengtiya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê û Komîteya Lêkolîn û Parastina Mîrasê pêşengehek wêneyan li Şehbayê di 16'ê mijdarê hat lidarxistin.   *Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê perwerdeya birdozî ji jinên ku cihên xwe di komînan de digirin bi temamî 36 jin di 17'ê Mijdarê de da destpêkirin.   *Bi boneya Roja Zarokan Heyva Sor a Kurdî û Komîteya Paratina Mafê Zarokan a Herêma Cizîrê di 19'ê Mijdarê de bi şahiyekê Gulîstana bi navê Mihemd û Sara vekirin.   *24'ê Mijdarê li Tebqayê Kongreya Damezrandinê ya Meclîsa Jinê ya Partiya Sûriya Pêşeroj hate lidarxistin.   *Ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş û daxuyanî hatin dayîn.   *Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê di 28'ê Mijdarê de akademiyek bi navê Şehîd Emgîhan Cudî li Weqfa Jina azad ya Kobanê vekirin.   Kanûn   *Di 2'yê Kanûna 2019'an de dewleta tirk bi topan êrîşî bajaroka Til Rifetê kir û di encamê de 10 kes ji wan 8 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Bi vê minasebetê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zarokên di komkujiyê de hatin qetilkirin bi bîr anîn û li Şehbayê jî li ser tirbên wan hatin bîranîn.   *Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bajarê Helebê di 3'yê kanûnê de ji bo ku kêfxweşiyekê bikin dilê zarokên pakrewanan, ji wan re pêşengeheke wêneyên ku zarokan bi destên xwe xêz kirine, vekirin.   *Rejima Sûriyeyê  li ser Kantona Şehbayê di meha kanûnê de ambargo danî û li dijî ambargoya Rejimê şêniyên Efrîn û Şehbayê xwepêşandan û çalakiyên şermezar kirinê li dar xistin.   *Di 6'ê Kanûnê de bi armanca şopandina rewşa koçberên Serêkanîyê, şandeya Belçîka serdana kampa Waşûkanîyê kirin.   *Di 10'ê kanûnê Roja Mafê Mirovan de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek çalekî hatin lidarxistin û daxwaza mafê xwe kirin.   *Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a bajarê Helebê di 10'ê kanûnê de komcivînek têkildarî jiyana hevbeş û malbata demokratîk li dar xist.   *Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê di16'ê kanûnê de pêşengeha nivîsên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li dar xistin.   *Bi armanca xurtkirina aboriyê û peydakirina derfetên kar  Yekîtiya Mamosteyên Kantona Qamişloyê di 17'ê kanûnê de kargeheke dirûtinê vekir.   *Dewleta tirk ji 18'ê kanûnê de bê navber êrîşî navçeya Eyn Îsayê dike,Tevgera Ciwanên Şoreşger ên herêma Firatê di heman rojê de konê çalakiyan li dijî kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê li ber baregeha Rûsya vedan.   *Yekîtiya Rewşenbîraên Kantona Kobanê di 21'ê Kanûnê de bi şahiyekê pirtûka bi navê 'Çîrok bi roj nayên gotin' ku ji aliyê Zîlan Hemo ve hatibû nivîsandin îmze kir.   *22 sal û 3 meh cezayê girtigehê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hat birîn, li dijî vê yekê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin.    Her wiha di sala 2020'an de jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxwaza ENKS'ê ya ji bo rakirina zimanê kurdî û hevserokatîyê bi çalakiyên cur be cur şermezar kirin.