'Tundî û êrîş bandoreke neyînî li ser derûniya jinan dike' 2020-12-30 09:01:37   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma derbarê tundiya ku li ser jinê tê kirin de dide diyarkirin ku tundî, zext û êrîş bandoreke neyînî li ser derûniya jinan dike.   Ji dîrokê de jin bi her cureyên tundiyê re rû bi rû maye. Cureyên tundiyê jî bi rêbazên cuda xwe dide der, bi rengekî ku bandorê li ser kesayet û vîna jinê bike derdikeve pêş. Di roja me ya îro de jî tundî li jinan tê kirin. Li herêmên di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de  jî jin ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve rastî kiriyarên dermirovî tên. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku ji hemû jinan re mîna vejînekê ye bi xwe re gelek guhertinên bingehîn daye çêkirin. Êdî jinan heya radeyeke bilind dikarîbûn xwe ji bin sîya koletiyê derbixin û tundiya ser xwe qebûl nekin. Em nikarin bêjin tundî bi dawî bûye, ji ber hîn têkoşîneke mezin li pêşiya jinan heye ku tundiyê ji kokê de rakin.    Di sala 2020’an de bi giştî rêjeya tundiya li ser jinan zêdetir bûye. Li aliyekî jin têkoşîna xwe li dijî tundiyê dide meşandin û li aliyê din jî bi êrîşên hêzên desthilatdar re rû bi rû dimîne. Sûcên şer di derheqê jinan de tên kirin, rojane li herêmên dagirkirî jin tên qetilkirin, rastî revandin û tecawîzê tên. Komeleya Mafê Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo belgekirina van sûcan di nava tevgerê de ye. Her wiha çend rapor jî derbarê tundiya ku li jinan tê kirin ji Komeleya Binpêkirina Mafan re şandine. Ji Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma derbarê tundiya ku li ser jinê tê kirin û xebatê wan ên ji bo rakirina tundiyê nirxandin kir.        'Êrîş zêdetir bandorê li jinan dike'   Evîn Cûma bal kişand ser bandorên tundiya ku li ser jinan tê kirin û ev tişt got: "Li gor ku me şopandin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tundiya li ser jinan tê kirin zêdetir bûye. Belgeyên ku di destên me de ne vê rewşa xerab dide diyarkirin. Pir jin ji ber sedemên bi guman hatine kuştin. Tundî, zext û êrîşên ku li ser herêma me tên kirin, bandoreke mezin li ser derûniya jinan dike. Di sala 2020’an de 38 jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine qetilkirin. Her wiha 14 jin ji ber tundiya ku li wan hatiye kirin xwestine dawiyê li jiyana xwe bînin. Li aliyê din jî 25 jinan ji ber tundiya ku li wan dihate kirin jiyana xwe ji dest dane. Bi van hejmaran tê xuyakirin ku jin di bin zexteke aloz de dijîn."     'Tecawizî 45 jinî hat kirin'   Evînê sûcên ku di herêmên dagirkirî de li jinan tê kirin bi bîr xist û wiha pêde çû: "Di destpêka êrîşên dewleta tirk ên li Serêkaniyê û Girê Spî  de 24 jinan jiyana xwe ji dest dan. Di demên topbaranê de jî gelek jinan jiyana xwe ji dest dane. Tenê yên em dizanin 12 jin hatine revandin paşê hatine qetilkirin û tecawiz li 45 jinan hatine kirin. Li gor Komîteya Navneteweyî ya Binbêkirina Mafê Mirovan li Sûriyeyê destdirêjî li 30 jinî hatiye kirin, ji wan 2 jinan jiyana xwe ji dest dane. Belgeyên ku di destên me de ne dide diyarkirin ku li herêmên dagirkirî jin di komkujiyan re derbas dibin. Îro bi her rêbazî tundî li jinan tê kirin, pêwîst e hemû Rêxistinên Mafê Jinan li dijî tundiya li ser jinan derkevin. Weke Komeleya Mafê Mirovan em ê her ji bo belgekirina van sûcan têbikoşin heya ku em tundiya ser jinan bi dawî bikin."