Meclîsa Edaleta Jinê civîna xwe ya salane li dar xist 2020-12-29 17:36:03   ŞEHBA - Meclîsa Edaleta Jinê ya herêma Efrînê civîna xwe ya salê li navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê li dar xist.    Meclîsa Edaleta Jinê ya herêma Efrînê civîna salane, bi tevlîbûna 50 nûnerên ji Kantona Şehba, Efrîn  û Helebê li navçeya Fafînê ya Şehbayê li dar xist.    Civîna salane bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê perspektifên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê Mamosteya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Jinê (KPCD-JIN) Cîhan Elo ve hate xwendin. Her wiha rapora kar û xebatên salekê ji aliyê Rêveberiya Meclîsa Jinê ya Komîteya Edaleta Civakî ya Herêma Efrînê Naliye Şêxo ve hate xwendin.      Berdevka Komîteya Edaleta Civakî ya Jinê  Evîn Hemo axivî û wiha got: "Heya niha herêma me di rewşeke dijwar re derbas dibe. Her roj pilanên dagirkeriyê li ser herêmê zêde dibin û civaka me bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Pilanên dijminan li ser axa me dawî nebûne. Her çiqas serkeftinên me mezin bin, ewqas jî hêzên serwer berê berjewendiyên xwe didin ser herêmên me. Erkekî mezin dikeve li ser milê jinan ku bi rêxistina xwe van pilanan vala derbixînin û bibin pêşengên parastina vê civakê."   Paşê beşdarvanan kar û xebatê salekê nirxandin. Herî dawî pêşniyarên sala 2021'an ji aliyê Komîteya Edaleta Civakî ya Jinê Evîn Hemo ve hate xwendin û bi erêkirina beşdarvanan re pêşniyar veguherî biryaran.   Biryarên ku hatine girtin wiha ne:    * Ji bo rizgarkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê rêzeçalakî werin lidarxistin.   *Zêdekirina serdanên malbatan û guhertina mekanizmaya nîqaşan wê werin kirin.    *Jinên ku cihê xwe di Meclîsa Edaleta Jinê de digirin, perwerdeyên pîşehî werin vekirin.   Civîn bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.