‘Em ê bibin mertalên parastina destkeftiyên jinan’ 2020-12-29 16:58:41   EYN ÎSA - Bi pêşengiya Kogreya Stra jinên navçeya Eyn Îsa, Reqa, Tebqa û Minbicê li dijî êrîşên dewleta tirk meşiyan.   Rêxistina Kongreya Star a Navçeya Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî ku hat dagirkirin, meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê de bi sedan jin ji Eyn Îsa, Minbic, Tebqa, Reqa û nûnerên Rêveberiya Xweser, Yekîtiya Jinên Ciwan, komîn, meclîs û rêxistinên civaka sivîl amedebûn. Çalakvanan alên Kongreya Star û QSD`ê, her wiha pankartên bi nivîsa "Bi berxwedana Leyla Guven em ê zîndanan hilweşînin", "Ji dagirkerî û qirkirinê re na û em ê jin û jiyanê biparêzin" hilgirtibûn. Meş ji çarxêreya Şaredariyê hat destpêkirin û  li ber baregeha hêzên Rûsyayê rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axafin hatin kirin.   Cîgira Encûmena Rêveber a Minbicê Nûr El-Hamid piştgiriya xwe ya bi şêniyên Eyn Îsayê re nîşan da û wiha got: "Em êrîşên dewleta tirk yên li ser herêmê û bikaranîna wan çeteyên ji Sûriyeyê şermezar dikin. Em ê jin bi hêz û mîrasa ku Barîn, Hevrîn, Avêsta û Zehreyan ji m re hîştine, dagirkeriyê têk bibin û bibin mertalên parastina şoreş û destkeftiyên wan."   'Berpirsiyar bila bi erka xwe rabin'   Rêvebera Meclîsa Jinan a Reqayê Meryem Elî jî  bal kişand ser bêdengiya hêzên Rûsyayê li hember van êrîşan û wiha pê de çû: "Dewleta tirk rojane bi kiryar û êrîşên xwe hevpeymanên herêmî û navneteweyî binpê dike. Hêzên Rûsyayê ku qaşo berpirsyarê hevpeymanê û ewlehiya herêm ne bi erka xwe ranabin.  Ji ber vê jî dewleta tirk û çeteyên wê bêdengiya Rûsyayê û civaka navneteweyî dike fersend û ji bo zindîkirina xeyalên xwe yên Osamanî bi kar tîne."   Piştî meşê daxuyanî hat dayîn    Di dawiya meşê de Rêxistina Kongreya Star daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Kongreya Star ya Eyn Îsayê Maya Elî ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Aloziya Sûriyê ku deh sal ji qetîlkirin, koçberî û talankirinê  li pey xwe hişt, hîna jî bi kiryarên dewleta tirk yên li dijî sivîlan didome. Di berxwedana sedsalê de jinan rola pêşeng lîst, hêz û vîna xwe nîşan da. Dewleta tirk ji hêz û îsrara jinan ditirse, ji ber vê hemû cureyên êrîşan bi kar tîne.  Kiryarên wan yên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên li hember jinan ber bi çavin.  Li hember binpêkirina dewleta tirk ji hevpeymanê divê hêzên Rûsyayê taybet û civaka navneteweyî bi giştî helwesteke cidî nîşan bidin.”