Bi armanca pêşwazîkirina sala nû ji zarokan re şahî hat çêkirin 2020-12-29 16:46:17   QAMIŞLO - Bi armanca pêşwazîkirina sala nû Komîteyan Zarokan ya Qada Civakî ji bo zarokan şahiyek çêkir.     Komîteya Zarokan ya girêdayî Qada Civakî li Kantona Qamişloyê, ji bo ku di sala nû de hêviyên zarokan zindî bimînin şahiyek li dar xist. Şahî li parka xwendinê ya taxa Xerbî hate çêkirin. Di şahiyê de zarokên pakrewanan, zarokên astengdar û malbatên zarokan beşdar bûn. Cihê şahiyê bi lîstokên zarokan hatibû xemilandin.    Berî ku şahî dest pê bike, Rêvebera Komîteya Zarokan Culiye Xelo axaftin kir.   Culiya hatine sala nû li tevahî zarokan pîroz kir, hêviya pêşerojeke xweş ji bo zarokan xwest û wiha pê de çû: “Me xwest em şahiyeke wisa çêbikin, da ku hêviyên van zarokan di sala nû de zindî bimînin. Bi hêviya pêşerojeke xweş ji bo tevahî zarokên me.”   Zarokan bi dilgeşiyeke xweş bi hev re lîstin, paşê lîstok li zarokan hatin belavkirin.