Komeleya Jinan a Rosayê 2’yemîn sala xwe pîroz kir 2020-12-29 15:38:22   AMED - Komeleya Jinan a Rosayê ku bi têkoşîna xwe bûye ‘cih û warên jinan’ temenê xwe yê nû bi weşana vîdeoyekî pîroz kir.    Komeleya Jinan a Rosayê di 29’ê 2018’an de li Amedê bi armanca ku li dijî tundîtîya li jinan tê kirin û hemû cihêkarîyên tê kirin xebatan bidomînin hat avakirin, sala xwe ya 2’yemîn bi vîdeoyekê pîroz kir.    Dîsa salek bi berxwedanê derbas bû   Di vîdeoya ku tê de çalakîyên komeleyê hatibûn nîşandan peyama, "Rosayê li dijî tundîtîya li ser maf û jiyana jinan tê kirin dengê xwe bilind kir û saleke têkoşer borand" hat dayin.    'Ez ê ber bi Rosayê ve bimeşim'   Di dawîya vîdeoyê de jinekê armanca avakirina Komeleya Rosayê bi van gotinan anî ziman:"    Mêrek tundiyê li min bike yan  jî bi gefan êrîşî haysîyeta min bike jî, qansî ez berê xwe nedim mala bavê xwe hişê min li serê min e ez ê berê xwe bidim Rosayê. Ez tenê nînim, ez paarçeyek biçûk ji rêxistineke qelebalix im. Him jî qelebalixeke ku dizane ji serê min çi derbas bûye… Ger destdirêjî li min bê kirin û îşkence bikin jî war û cihê me dîyar e, Ez ê biçim Rosayê. Mesela ez bêm kuştin… an di çalakîyekê de bi cobekî li min bidin an jî ber namûsê bi destên mêrekî ve neheqî li min bê kirin Rosa heye, ez ê berê xwe bidim wê. Ez dizanim wê hesabê vê yekê bipirse. Bila rêveberîya şaredariyan bidin destên jinan, bila qad ji jinana re bimînin. Ango bila jin siyasetê bikin. Ez ê têkoşîna xwe bi jinên ku wek min difikirin re  li heman cihî bikim yek."