'Girtina Leyla Guven ne zagonî ye' 2020-12-29 14:56:55   ŞEHBA - Yekîtiya Jinên Êzîdî yên herêma Efrînê bi daxuyaniyekê lgirtina Hevseroka KCD'ê  Leyla Guven şermezar kirin û destnîşan kirin ku lgirtina Leyla Guven ne zagonî ye û bi girtina Leyla Guven dixwazin êrîşî nirxê jinan bikin.   Ji bo şermezarkirina lgirtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Yekîtiya Jinên Êzîdî yên Herêma Efrînê daxuyaniyek li navçeya Ehdasê ya Şehbayê dan. Yekîtiya Jinên Êzîdî, Yekîtiya Ezîdî û sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser  tevlî daxuyaniyê bûn. Her wiha di daxuyaniyê de wêneyê Leyla Guven û alê Yekîtiya Jinên Êzîdî hatibûn hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Êzîdî yên Efrînê Orîvan Menan ve hat xwendin.   'Girtina Leyla Guven ne zagonî ye'   Jinên Êzîdî di destpêka daxuyaniyê de lgirtina Leyla Guven şermezar kirin û dan zanîn ku bi girtina Leyla Guven êrîş li nirxên jinan tê kirin û wiha gotin: "Dewleta tirk bi hemû kiryarên xwe yên derveyî mirovahiyê êrîşî  Gelê Kurd dike. Heta roja îro jî dewleta tirk sivîlan hedef digire û êrîşî nirx, çand û hebûna gelan dike. Dewleta tirk wekhevî û demokrasiya di nava gelan de napejirîne, ji bo wê bi hemû şêwazan êrîşî nirx û hebûna gelan dike. Niha jî dewleta tirk qirkirina siyasî li hember kurdan dide meşandin. Siyasetmedar û rojnamevanên ku di girtîgehan de dimînin îşkence û cezayên tund li ser wan dide meşandin, bi armanca dev ji doza xwe berdin û serî ji siyaseta Erdogan re deynîn. Girtiyên azadiyê heta roja îro jî li hember ewqas êrîş û kiryaran, berxwedanek bêhempa raber dikin û bang li wekhevî û aştiyê dikin. Leyla Guven di 21'ê Kanûnê de hate lgirtin û 22 sal û sê meh ceza lê hate birîn, ev biryar ne zagonî ye û bi vê yekê êrîşî nirxê jinan tê kirin. Armaca dîlgirtina Leyla Guven şikandina vîna jina Kurd e.    'Li dijî biryarê rawestin'   Di dawiya daxuyaniyê de jinên Êzidî bang li rêxistinê mafê jinan kirin ku li beramberî kiryarên dewleta tirk rawestin û wiha dawî li daxuyaniyê anîn: "Li ser navê Yekîtiya Jinên Êzîdî yên Efrînê em biryara dijmirovî ya di derheqê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de hatiye girtin bi tund şermezar dikin. Em bang li Rêxistinên Mafê Jinan yên Cîhanî dikin ku bi lez biryara li dijî Leyla Guven hatiye girtin bidin rawestandin."   Daxuyanî bi dirûşma "Azadî ji bo Leyla Guven" û "Bimre faşîzim" bi dawî bû.