Kongreya Star li dijî tundiya li ser jinê daxuyanî da 2020-12-29 14:51:52   ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê kiryarên dewleta tirk ên derheqê jinan ên li Efrînê de, bi daxuyaniyekê şermezar kir.   Bi armanca şermezarkirina kiryarên dewleta tirk ên di derheqê jinan de yên li deverên ku di bin kontrola dewleta tirk de ye, Kongreya Star daxuyanî da. Daxuyanî li kampa Serdemê bi tevlîbûna bi dehan jinan ji tevahî sazî û dezgehên sivîl hate dayin. Di daxuyaniyê de alên Kongreya Star, wêneyên jinên ku di Efrînê hatine qetilkirin hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star a Herêma Efrînê, Zehrîban Hisên ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Em weke Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê êrîş û kiryarên dewleta tirk ên di derheqê jinan de şermezar dikin. Di dirêjkirina aloziya li Sûriyeyê de, dewleta tirk roleke sereke dilîze. Dixwaze destên xwe biavêje her deverên Sûriyeyê û dagir bike. Li ser gelê herêmê siyaseta qirkirin, tunekirin, çewisandin û destdirêjiyê tê meşandin.      Bi girtina kesayetên siyasetmedar dixwazin siyaseta qirkirinê bidin meşandin. Biryara girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku pêşengtiya civakê û jinan dikir, her wiha li dijî siyaseta dewleta tirk a dagirker serî hilda, em tu carî qebûl nakin. Ev polîtîkayên ku li ser gelê me tên meşandin bi armanca vegerandina Împeratoriya Osmanî ya li şûna projeya Netewa Demokartîk e.    Kiryarên ku li Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve tên meşandin li Eyn Îsayê jî dewam dike. Her wiha binpêkirinên dijmirovî yên li ser sivîlan  pêk tîne. Li ser navê hemû jinên Herêma Efrînê em soz didin ku li ser şopa pakrewanên azadiyê bimeşin û xeta têkoşînê mezin bikin."   Daxuyanî bi dirûşma"Jin jiyana azadî" bi dawî bû.