Jinên HDP û HDK'yî: Hûn ê biçin, em ê bimînin 2020-12-29 14:05:23   ENQERE - Têkildarî girtina Leyla Guven de Meclîsa Jinê ya HDK û HDP'ê dan zanîn ku Leyla vîna jinan e û ew bi zextan têk naçe.    Meclîsa Jinê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca ku bertekê nîşanî girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bidin, li Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Enqereyê civîna çapameniyê li dar xistin. Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû, di civînê de axivî û diyar kir ku bi girtinê tê xwestin jin û kurd bên tirsandin û ev tişt got: "Ev biryar ji bo me di hikmi tunebûnê de ye."   'Hûn ê biçin, em ê bimînin'   Pakîze, destnîşan kir ku di têkoşîna jinan û gelê kurd de cihekî girîng ê Leyla Guven heye û wiha got: "Leyla Guven vîna me jinan e. Tu desthilateke faşîst nikaribûye wê û me ji têkoşîna me bike û paşde gav bide avêtin. Di van êrişan de wê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê nikaribin ji têkoşîna Leyla Guven re bibin asteng. Em ê tu carî paşde gav navêjin. Lewre em hêza xwe ji mafdariya xwe digirin. Wê desthilata we ya xerabûyî ya zihniyeta mêr winda bike. Heta ku tundiya mêr-dewletê, polîtîkayên tecrîdê û binpêkirinên mafan bi dawî nebin, wê têkoşîna me bidome. Hûn ê biçin, em ê bimînin. Jin û kurd ji polîtîkayên dijminane re  çong naşikînin û serî natewînin. Bijî piştevaniya jinan."   'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'   Piştî Pakîze, li ser navê Jina Nû ya Demokrat Denîz Akbiyik jî axivî û diyar kir ku têkoşîna jinan mezin dibe û ev tişt anîn ziman:"Ev pêvajoya di heman demê de bûye pêvajoyeke ku dewlet û zihniyeta baviksalarî di her qadê de êrişî têkoşîn, xebat û mafên jinan dikin. Girtina Leyla Guven jî mînaka vê yekê ye. Nikaribûn çong bi Leyla Guven bidin şikandin, bi zextên xwe wê têk nebirin. Em ê li derve û Leyla Guven jî li hundir têkoşîna xwe bidomînin."   Piştî Denîz, li ser navê Meclisa Jinan a Pêşverûy Sûde Sîvrî jî axaftineke kir û ev tişt got: "Em dizanin ku ev girtin û hewldanên teslîmgirtina vîna jin û kurdan vala ne."