Jinên Şengalî: Tu hêz nikare rêxistibûyina me bi dawî bike 2020-12-29 13:51:40   Evin Zenda-Viyan Said   ŞENGAL - Çalakiya konê rûmetê ya li Şengalê di roja 28’ an de berdewam dike. Jinên beşdarî çalakiya konê rûmetê bûne dan zanîn ku ew bi biryar in ku çalakiya xwe bidomînin û gotin tu hêz nikare rêxistibûyina wan bi dawî bike.    Çalakiyên xelkê Şengalê yên li dijî hevpeymana di navbera Bexda û Hewledê de hatî îmzekirin û ji bo xwedîderketina Asayîşa Êzidixanê hat destpêkirin didomin. Çalakiya konê rûmetê ya li Şengalê di roja 28’ an de berdewam dike. Jinên beşdarî çalakiyê bûn dan zanîn ku divê hemû Êzdiyên Kurd li çalakiyê xwedî derkevin.    'Hêviya min ew e ku Êzidî xwedî li asayişa xwe derkeve'   Wetha Reşo diyar kir ku ew ê heta dawî piştgiriya zarokên xwe bikin û wiha got:"Em îro weke dayikên Êzidî li vir amade bûn ji bo ku em karibin piştgiriya zarokên xwe bikin. Ev 6 sal in em berxwedanê dikin û wê berxwedana me bidome. Em weke dayik, ciwan û kal berê xwe didin konê rûmetê û tevlî berxwedanê dibin. Zarokên me jî di nava berxwedanê de ne û me diparêzin. Asayişa me parastina me dike me. Leşkerên Îraqê dixwaze êrîşê nuqteyên asayişa me bikin. Dixwazin me tune bikin, em weke gel li dijî vê biryarê ne. Em ê her tim li ser piyan bin heya em karibin piştgiriya asayişa xwe bikin. Divê hikumeta Îraqê îradeya gel nas bike. Dixwaze hêza me tune bike lê ev yek nayê qebûlkirin. Hêviya min ew e ku hemû Êzidî xwedî li asayişa xwe derkeve."   'Em dev ji berxwdana xwe bernadin'   Xalida Cemal ji nêrinên xwe wiha anî ziman : "Em li konê rûmetê berxwedanê dikin. Ji bo piştigiriya asayişa xwe em têdikoşin. Yên ku me diparêzin zarokên me ne. Em naxwazin ku her roj leşkerên Îraqê erişê baregehên asyişa me bike. Em ji bilî hêza xwe hêzên din li nav xwe qebûl nakin ji ber em dixwazin zarokên vî welatî me bêparezin. Roja piştî fermanê her kesî pişta xwe da vî gelî û di nava destên DAÎŞ'ê de, hiştin. Ji bo em pêşî li fermanê bigirin me hêza xwe ava kir lê belê îro dîsa dixwazin êrişî vê hêzê bikin û dîsa fermanê dubare bikin. Em weka Êzidî her tim li ser piyan bin li pişta hêza xwe bin. Em kesekî din qebûl nakin. Wê asayişa me her tim bimîne û tu carî em dev ji asayiş û berxwdana xwe bernadin."   'Em her roj li ser piya ne'   Nûrê Xwedida bal kişand ser girîngiya xwedîderketina asayişê û wiha dewam kir:"Em her roj li ser piya ne. Daxwaze me ew e ku em hemû heta dawiyê li vê têkoşînê û asayişa xwedî derkevin. Em dixwazin hêza me bê qebûlkirin. Em ê li dijî hemû planên qirêj têkoşîna xwe bidomînin."