Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan 2020-12-29 12:03:51   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi mivekêlê xer re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de girtî ye Razîye Ozturk, Rêzan Sarica, Îbrahim Bilmez û Serbay Koklu, ji bo ku bi mivekilê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Uysal, piştî 8 salan yekem car di 2-22'ê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de bi Ocalan re hevdîtin kiribûn.    Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi hinceta nexşerêya Ocalan a di sala 2009'an de pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) kiribû, di 23'ê Îlonê de 6 meh cezayê hevdîtina li parêzeran birîbûn.   Bi hinceta qedexeya hevdîtinê serîlêdana parêzeran hat redkirin.