Adalet Kaya: Rosa hêz da me 2020-12-29 11:24:40   AMED - Komeleya Rosa'yê  ku di 29'ê Kanûna 2018'an de li Amedê hat damezrandin heta roja îro gelek êrîş lê hatin kirin.  Seroka Komeleyê Adalet Kaya bal kişand ser têkoşîna xwe ya du salan û got, "Em ê têkoşîna xwe li her derê bidomînin. Li dijî qadan xweser ku me bi dest xistine gelek êrîş tên kirin. Rosa hêz da me. Em bi hebûna Rosa'yê kêfxweş in."   Li Tirkiyeyê di 2016'an de piştî îlankirina Rewşa awarte (OHAL)  bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) gelek saziyên jinan ku Kongreya Jinên Azad (KJA) jî di nav de hebû hatin girtin. Saziyên ku nehatin girtin jî naveroka wan hat valakirin.  Li Amedê bi tayînkriina qeyûmên tayînî şaredariyan hatin kirin re Komeleya Jinê ya Cerenê, Navenda Jinê ya Ekîn Ceren, Navenda Serlêdana Jinê ya Amîda, Navenda Jinê Jinwar, Navenda Jinê ya Zozan Eren, Navenda Jinê ya Haniyê û xebatên SELÎS'ê hatin rawestandin. Bi vê re jî wekî li her derê li Amedê jî tundî û destdirêjiya li jin û zarokan zêde bû.       Li Amdê ji ber ku saziyên jinan hatin girtin û qetilkirina jinan zêde bû jin ji bo ku saziyên jinan vekirin ketin tevgerê. Di encama xebatên ku hatin kirin komeke jin di 29'ê Kanûna 2018'an de Komeleya Jinan a Rosayê vekirin. Komele ji bo ku pêşî li tundî û qetilkriina jinan bigire û jinan bîne gel hev bi rêxistin bike hat vekirin.  Seroka Komeleyê ku di nav koma jinên damezrînerên komeleyê de jî cih girt Adalet Kaya ji me re li ser 2 salên kar û xebatên komeleyê nirxandin kir.   'Rosa pêdiviyek bû'   Adaletê diyar kir ku wan di 2018'an de di meha Tîrmehê de dest bi xebatên vekirina komeleyê kirine û wiha berdewam kir, "OHAL hîn berdewam dike. Bi tayînkirina qeyûman re gelek binpêkirinên mafan hatin jiyîn.  Piştî ku saziyên jinan naveroka wan hat valakirin û gelekên wan hatin girtin tundiya li jinan jî zêdetir bû. Lê derbarê wan rojan de di destên me de dane tune ne. Lê bi qasî ku me şopandiye tundiyeke zê pêk hatiye.  Di encama van pêkanînên xeter de me pêdivî bi komeleyeke jinê dît. Me amadekariyên xwe kirin û me di 29'ê Kanûna 2018'an de jî komele vekir. Wê demê greva birçîbûnê nûh destpêkiribû dayik diçûn û dihatin. Em ji têkoşîna wan gelek bi bandor bûn û me xwest ku em demildest Rosayê vekin. Rêxistinbûn yek ji pêdiviyên me ya herî girîng e. Komeleyê hêz da me."   'Rêxistinbûnê hêz da me'   Adaletê diyar kir ku armanca Rosa'yê ew e ku polîtîkayên astengkirina tundiyê pêş bixin  û aramanceke wan a din jî polîtîkayên ku pêş bixin ji civakê re ragihînin. Adaletê got ku xebatên wan ên di vî derbarî de berdewam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Piştî ku me dest bi xebatê kir me ji gelek aliyan de xebatên xwe berdewam kirin. Ji ber ku saziyên jinan nema bûn gelek serêdan hatin kirin. Jinên ku tundî li wan dihat kirin berê xwe didan me.  Me bi hatina wan jinan re dît ku çiqas pêdvî bi komeleyeke wiha hebûye.  Me serlêdan qebûl kirin û em ketin tevgerê.  Di destpêkê de ji bo me her tişt gelek zahmet bû.  Ji ber ku sazî kêm bûn û her kes belav bibû.  Me ji bû ve dest bi rêxistinkirinê kir. Ji ber ku wê rêxistinê em bi hêz bikira.  Me bi hemû jinên li saziyan û meclisên jinan re hevdîtin kir. Me bi hemû saziyên jinan ê li dijî tundiyê re tora têkoşîna bi tundiyê re ava kir.  Armanca me ji vê torê ew bû ku em çeteleya tundiyê pêk bîn.  Ev hem ji bo mekanîzmayên navneteweyî û hem jî ji bo mekanîzmaya darazê  gelek girîng bû. Vê torê em bi hêz kirin. Ji ber vê jî rêxistinbûneke bi vî regnî gelek girîng bû."   'Me mîras dewer girt'   Adaletê got ku wan bi sazî  û dezgehên jinan re gelek çalakî pêk anîne, lê armanca wan ku polîtkayên tunda  li ser jinê kêm bikin pêş bixin.  Adaletê anî ziman ku ji roja hatine damezrandin û şûnde wan ji bo dîpolomasiya hundir komîsyonek ava kirine û wiha berdewam kir, "Ji roja ewl de ku me komele damezrand me bi jinên feminîst ên Tirkiyeyê re û bi tevgerên jinan ên TIrkiyeyê re têkilî danî.  Ji ber ku gelek mijarên me yên hevapare hebûn.  Ji ber poltîkayên îqtîdarê yên êrîşkar û dijminê jinê me bi heman rengî zerar didît.  Wan jî ev daxwaza me bi xweşbînî pêşwazî kir. Ji ber ku me mîrasek dewer girt û ji dervî komeleyê jî têkiliya me bi hev re hebû. Piştî ku tevgera jinên kurd bû referans bi me bawaer bûn.  Sûda ku jinan ji pandemiyê girt ew bû ku têkiliya xwe bi hev re xurt kirin."   'Dewetê dixwaze bîra civakê têk bibe'   Edaletê bal kişand ser êrîşên dewletê yên li heber Rosa'yê jî got komeleya me kelecan da jinên li bajêr .Hem serlêdan li me hatin kirin û hem jî çalakiyên me gelek bandor kirin. Bi taybetî jî çalakiya me ya mor û reş. Gelek belav bû. Heta Ewropayê belav bû.  Ji ber ku pêdiviyeke civakî bû.  Xwestin jinan tengav bikin. Di dema OHAL'ê de ji ber vê jin kirin nav çar dîwaran. Lê me dest ji têkoşînê berneda û me xwe birêxistin kir. Rosa'yê kelecaneke mezin da.  Me raporên bi dane amade kirin. Dewletê nedixwest ku em van raporan amade bikin.  diwest ku bîra civakê têk bibe.  Ji ber vê jî êrşî me dikir û dikin jî.  Ji tora ku me bi jinên Tirkiyeyê re ava kir jî aciz bûn.  Sîwan çiqas mezin be vê ji bo xwe xeter dibînin. Ji ber vê di ser me re xwestin jinên Tirkiyeyî çavtirsandî bikin."   'Em hê jî bi kelecan in’    Adaletê got wan li dijî qetilkirina jinan û mafê aşatiyê de xebatên xwe kirine û lê zêde kir:” Em bi salane gelek polîtîkayên cidî dimşînin. Me di nav pêvajoyê de hinekî jî bi rojaneya ku hat pêşîya me şikil girt. Çalakiyên gireva birçibûnê ya Leyla Gûven dabû destêkirin hebû. Çalakiyên dayîkan hebû. Me darberê van de xebat meşandin. Dîsa pîşandina qayûma hat rojevê. Me darberê vê de jî xebat kirin. Rojaneyên ku hatin hemberê me esas tam jî di nav qada xebatên me de bûn. Me hişyarîyek dan çêkirin. Me amaje kir ku tundîya li jinê tê kirin têkildarê sîstema dewletê ye. Xebatên ku me kirin di nav civakê de bandorek mezin  çê kir. Em hin jî bi kelecanî xebatên xwe didomnin .”   'Dibe ku çalakîyên me bên sekinandin û qayum jî bê    Adaletê bal kişand ser bikeyîskirinên nû yên di darberê tayînkirina qeyûman û got ew ê li qadê xebatên xwe berdewam bikin. Adalatê di darberê qanûnan de wiha got: “ Em jî niha li benda qanûnên nû ne ku dê çawa bên bikaranîn. Gelo bandora van qanûnan ew ê li ser me çi be? Em vêga bi rêxistinê jinan û sazîyên sîvîl re îstişare dikin.  Di qanûnê de îbareyek wek fînansmanê terore heye. Di darberê fonên ku tên standin de sînordarkirinek heye lê di darberê Rosayê de tiştek wiha tune ye. Ji xwe di derberê me gişkan de dozên ku hatine vekirin hene. Wek serokê vê komeleyê di darberê min de jî dozek hatîye vekirin. Ev pirsgirêk dibe ku heta sekinandina çalakîyan û şandina qayûman jî biçe. Em gengeşîya vê tiştî dikin ku ka em li hemberê wan dikarin çi bikin. Lêpirsîna venêrînê hat berfirehkirin.  Pejirandina vê tiştî ne hêsan e.  Her wiha cezaya perêyên ku piştî venêrînê bê dayîn jî gelek zêde ye.”   'Baş e ku Rosa heye’   Adaletê anî zaman ku ji ber van hemû kiryaran ew ê tu carî dest ji tekoşîna xwe bernedin û wiha dawî li axaftina xwe anî “ Em ê tekoşîna xwe li her derê bimeşînin. Me gelek caran got ku piştî tayînkirin qayûman ji mera cihên xweser û ne girêdayê şaredarîya pêwiste. Niha jî midexeleya cihên me yên serbixwe dikin. Lê em ê qet dest ji tekoşîna xwe bernedin. Baş e ku Rosa heye û em ê wek hastagê ‘ Baş e ku Rosa heye’ bidin destpêkirin. Em şanz in ku  me bi gelek jin û zarokan re têkilî danî. Em tevî wan mezin û berfireh bûn. Rosayê hêzeke xurt da me. baş e ku jin hene.”