Li Mexmûrê greva birçîbûnê didome 2020-12-29 11:12:54   MEXMÛR - Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê ji bo piştgirî bidin greva birçîbûna girtiyan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dabûn destpêkirin didome.   Di 27'ê mijdarê de ji hêla girtiyên siyasî ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan li girtîgehan greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger hatibû destpêkirin.  Çalakî di 18'ê kanûnê de hat destpêkirin û du rojan carekî kom diguhere.   Koma ku ji Tevgera Jinên Ciwanên a Mexmûrê (TJCM)’ê û Tevgera Ciwanên a Mexmûrê (TCM) pêk tê duh çalakî dewr girtibûn û îro çalakiya xwe didomînin.