'Dixwazin naveroka STO'yan bê wate bikin' 2020-12-29 09:04:52   ENQERE - Koordînatora Projeyê ya  DEMOS'ê Guley Bor a bertek nîşanî pêşnûmeya zagona ku ew ê rê li ber tayinkirina qeyûman a komele û rêxistinên sîvîl ên civakî veke da zanîn ku ji ber rêxistinên civakî yên sîvîl binpêkirina mafan îfşa dikin êriş li ser tên kirin. Endama Damezrêner a Weqfa Aştiyê Azime Bilgin jî da zanîn ku ew ê STK di vê serdemê de bêtir bên gel hevdu û xebateke hevpar bidin meşandin.    Zextên îktidara AKP û MHP'ê ya li ser hemû aliyên muxalîf ên civakê her roj bi cureyekî din derdikeve pêşberî me. Bi taybet piştî hewildana derbeya 15'ê Tîrmehê bi tayinkirina qeyûman a şaredariyên HDP'ê ev pekanîn berfirehtir bû. Pêşnûmeya zagona ku ew ê rê li ber tayinkirina qeyûman a komele û rêxistinên sîvîl ên civakî veke. Rêveberên komele û rêxistinên civaka sîvîl dan zanîn ku  ev êrîşeke li dijî mafên makeqanûnî û rêxistinbûyinê ye.    'Dixwazin naveroka STO'yan bê wate bikin'   Endama Damezrêner a Weqfa Aştiyê Azime Bilgin da zanîn ku îktidar tengavî bûye û wiha got:"Bi qebûlkirina vê zagonê diyar e ku îktidar tengavî bûye. STO ji bo çanda demokrasiyê pêş bikeve û beşdarî çêbibe qadeke girîng e. Îktdarê bêyî ku bi hevparên civaka sîvîl bişêwire ev zagon qebûl kir û dawiya mayî dixwaze hakîmiyetê di destên xwe de bihêle. Bi vê zagonê dê pêkanînên antîdemokratîk têkeve meriyetê. Loma divê bertek û nerazîbûn bêtir bên nîşandan. Tayinkirina qeyûman a ji bo STO tê we wateyê ku ew ê STO nikaribe tiştekî bike. Dixwazin naveroka STO'yan bê wate bikin. Aktivîstên rêxistinkirî divê bêtir dengê xwe derxin. Mafê rêxistinbûyina mirovan bi vî hawî ji destên wan digirin. Ew ê bi vê yekê pêkanînên antîdemokratîk careke din rû bidin. Jixwe piştî 15'ê Tîrmehê bi KHK'yan gelek kes mexdûr bûn. Hiqûq bi vî awayî dibe alav."   'Îktidar divê ji min re biat bike'   Azimeyê da zanîn ku tê xwestin hemû tişt li got îktidarê bê dîzaynkirin û wiha dewam kir:"Divê teqez fikra STO'yan bên girtin. Divê ev nakokiyên hiqûqê bên serastkirin. Îktidar divê ji min re biat bike û ev yek ew ê bandorê li ser qadên din jî bike. di vê serdemê de bêtir bên gel hevdu û xebateke hevpar bidin meşandin."   'Dixwazin qada civakî teng bikin'   Koordînatora Projeyê ya  DEMOS'ê Guley Bor jî wiha got:"Pêşniyara qanûnê di esasê xwe de wekî têkildarî çekên îmhayê hat nîşanda lê belê ji 43 madeyan tenê 6 made têkildarî vê yekê ye. Ji bo qada civakî tam teng bikin ev yek tê kirin. Polîtikayên qeyûman ên li ser şaredariyên HDP'ê niha li ser Rêxistinên Civaka Sîvîl jî tên meşandin. Tê xwestin pêkanînên OHAL'ê dîsa têkeve meriyetê. TTB jî bi hinceta pandemiyê hedef hat girtin. Divê em vê yekê bi hev re binirxînin. Niha êrişeke topyekin li dijî qada sîvîl heye. Çimkî Civaka Sîvîl binpêkirina mafan îfşa dike, serî natewîne. Dibêjin 'heger hûn xwe birêxistin bikin ew ê ev tişt bên serê we' û dixwaze tirsekê ava bike. Ji bo binpekirina mafan dernekeve ortê loma dixwazin qada civakî teng bikin. Pêşniyariya vê zagonê ya di dema pandemiyê de ne tesaduf e."   'Em ê wekî DEMOS'ê xebatên xwe bidomînin'   Guleyê da zanîn ku rêxistinbûyina STO'yan a li dijî vê zagonê jî tê astengkirin û wiha got:"Piştî ev pêşniyarî hat rojevê şûnde gelek rêxistinan daxuyanî dan. Kampanyaya "Civaka sîvîl nikare bêdeng bê hiştin" hat destpêkirin. DEMOS'ê û ji 500 zêdetir STO'yan ji bo vê kampanyayê îmze dan. Kampanyaya 'Jin dibêjin na' li ser twittirê bû TTB. Dema têkildarî kesekê ya jî kesekî yên komeleyê lêpirsîn bê destpêkirin ew ê komeleyê bikaribin bigirin. Em ê wekî DEMOS'ê xebatên xwe bidomînin."