Nûnerên partiyên siyasî: Dixwazin têkoşîna kurdan asteng bikin 2020-12-29 09:02:35   ENQERE - Nûnerên partiyên siyasî girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven şermezar kirin û gotin: "Dixwazin bi girtinan têkoşîna nûnerên kurd asteng bikin. Ceza ne tenê ji bo Leylayê bû ji bo Tegera Azadiya Kurd bû. Ji bo me hikmê vê cezayê nîne û divê em xwedî li têkoşîna wan derkevin."   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji ber xebatên KCD'ê 22 sal û 3 meh ceza hat dayîn û hat girtin. Girtina Leylayê ji hêla gelek derdoran ve hat şermezar kirin. Nûnerên partiyên Siyasî derbarê girtina Leylayê de nêrînê xwe ji ajansa me re parvekirin.    ‘Ceza dan Tegera Azadiya Kurd'    Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, bertek nîşanî girtina Leylayê da û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê cezadayîna Leylayê ji aliyek neyê şîrovekirin. Cezayê ku hatî dayîn li hemberî Tevgera Azadiya Kurd e. Nêzî salekiyê gelek xebatkar, endam û rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin û girtin. Ya din jî li hemberî têkoşîna jinê ceza hat dayîn. Leyla kirdeya têkoşînê ye û wekî bi sedan têkoşerên din ên jin. Tevgera Azadiya Kurd li hemberî îqtîdarê û li hemberî faşîzmê dînamîkekî bi hêz e."   'Em kurd in'   Elîf, destnîşan kir ku têkoşîna rizgariya jinan a li Tirkiyeyê bi hevkariya jinên sosyalîst û jinên kurd pêk tê û wiha got: "Di vê têkoşînê de Leyla rolek mezin dilîze. Polîtîkayên ku li hemberî bêdengkirina kurdan tê meşandin ji bo bêdengkirina Leylayê helwesta xwe zelal nîşan didin. Dema em erdnegariya Kurdistanê dinêrin hêzên girêdayî dewletê taciz û tecawizê pêk tînin. Her wiha dema em dosyaya Leylayê dinêrin dibînîn ku hemû îdîa pûç in. Leyla bê girtin jî em jin in û em kurd in. Em Leyla ne."    'Leyla rêhevala me ye'   Hevseroka Giştî ya Partiya Sazûman a Nû ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce wiha bal kişand ser girtina Leylayê: "Girtina Leylayê li cem me hikma wê nîne. Tifaqa AKP û MHP'ê demek dirêj e ji bo ji holê rakirin muxalefeda demokrasiyê bi rêya hiqûqê hemleyeke qirkirinê ya siyasî daye destpêkirin. Gelek hevalên me bi îdiayên ne rast hatin cezakirin. Lê ev tişt di dîrokê de gelek caran pêk hat lê tiştek nehat bi destxistin. Em dizanin ku cezayê ku dan Leylayê tê wateya ceza dayîna Têkoşîna Azadiya Kurd, têkoşîna aştiyê, têkoşîna demokrasiyê û têkoşîna azadiya jinan. Li cem me hikmê wê cezayê nîne. Leyla Guven di heman demê de parlamenter e, vîna me ye û rêhevala me ye. Gelek qadan xebat da û bû ji gelek derdoran re bû ronahiyek."   'Dixwazin têkoşîna nûnerên kurd asteng bike'   Seroka Giştî ya Partiya Kedkar û Sosyalîst (SEP) Guneş Gumuş, destnîşan kir ku bi girtina Leylayê dixwazin jinan bêdeng bikin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ev nêzîkatî bi Leylayê re dest pê nekir, girtina hevserokên giştî yên partiyê, parlamenter, rêveberên sendîkayan û gelek kesên ku li qadan dixebitin hatin girtin. Îqtîdar dixwaze nûnerên siyasî yên Gelê Kurd bêdeng bike û têkoşîna wan asteng bike. Pêşiya hilbijartinê dema Leyla Guven di greva birçîbûnê de bû daxwazên wê qebûl kirin û wê bi şertî tehliye kiribûn. Ve demê hilbijartin hebû serbest berdan û niha niha tiştek wisa nîne hat girtin. Lewma divê em li dijî zextên li hemberî Gelê Kurd derkevin û xwedî li siyasetmedarên kurd derkevin."   'Tu carî îqtîdar nêzî çareseriyê nebûn'    Guneş wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îqtîdar li hemberî têkoşîna neteweyî ya kurd bi eşkera nêzîkatiya xwe nîşan dide. Tu carî nebû alîgir derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de. Tu carî nêzîkatiyek wî ya aştî û demokratîk tunebû. Li gorî anketên nû HDP'ê ji bendava hilbijartinê derbas dibe ji ber ku Tevgera Neteweyî ya Kurd û piştevaniyên wan siyaseta xwe bi her awayî didomînin. Ev tişt jî dibe sedema hersbûna îqtîdarê û êrişê hemû hêzên li qadan dike."