Remziya Mihemed: Kongreya Star sîwana parastina jinê ye 2020-12-29 09:01:41   Roj Hozan   QAMIŞLO - Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihemed, kar û xebatên Kongreya Star ên sala 2020’an nirxand. Remziyayê da zanîn ku Kongreya Star sîwana parastina jinê ye û wiha got:"Xebatên sala 2020'an dîsa li ser esasê rihê têkoşîn û berxwedanê  me da meşandin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebateke hevbeş a jinan heye, ew esasekî pir bingihîn e ku yekîtiya jinan ava dike. Bersiva li dijî dagirkerî û destdirêjiyê, rêxistbûyina jinê ye."   Derbarê kar û xebatên sala 2020’an ên Kongreya Star, her wiha pêşketin û guherinên di nava salê de Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihemed nirxand kir.    'Me xwest jinên koçber dûrî xebatê nekevin û bi rêxistin bibin'   Remziyayê bi nirxandina rewşa jinên koçber ên ku ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûne û bi rêxistinkirina wan dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Xebata sala 2020’an dîsa li ser esasê ew rihê têkoşîn û berxwedanê  me da meşandin. Li dijî dagirkeriya li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dîsa jin di çalakiyan de pêşeng bûn. Dagirkeriya ku li ser herêmên me hate kirin bandoreke pir mezin li ser xebatê me kir, ne ku xebat da sekinandin, lê gelek astengî bi xwe re da çêkirin. Xebatê me yên Kongreya Star li Serêkaniyê û Girê Spî, meclîs û rêxistina wê li herêmên din me belav kir. Me xwest jin dûrî xebatê nekevin ji bo wê di astên herî jor de me di sala 2020'an de giranî da bi cihkirin û rêxistina van jinan.  Her wiha yek ji xebatên me yên bingehîn jî ew bû ku me berê xwe da kampên koçberan ên Serêkaniyê û Girê Spî.  Me meclîsên jinan li wir bi rêxistin kirin û hilbijartinên wan çêbûn ku xebatê xwe di nav kampan de dewam bikin. Ji bo ku jin ji bin bandora şer, dagirkeriyê û siyaseta kiryaran derbikevin, em ketin nava tevgerê.  Me xwest ji nû ve em jinan di bin sîwana Kongreta Star de bi rêxistin bikin û xwedî li van jinan derbikevin. Me hêviyên van jinan zindî hiştin ku bi perwerdekirin û avakirina rêxistineke xurt bikaribin vegerin cih û warên xwe."   'Kongreya Star xwedî rol û misyon bû'   Remziyayê di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rêxistina jinê ya li herêmên rizgarkirî û wiha dom kir: "Li herêmên rizgarkirî, yan jî em bibêjin herêmên ku piraniya şêniyên wê ji pêkhateyên ereb in, em xwedî rol û misyon bûn. Li Hol, Şedadê, Tebqa, Reqqa, Minbic û Dêrezorê rêxistina jinê ji bo ku di bin sîwana Kongreya Star de xwedî vîn be, me destekdayinên pir xurt ji van jinan re pêşkêş kir. Jinên ereb jî di nava rêxistina me de beşek girîng in  û bi Rêveberiya Jin tê pênasekirin. Hemleyên ku em li herêmên xwe dest pê dikin, jinên herêmên rizgarkirî jî di heman demê de li herêmên xwe jî hemleyên xwe didin meşandin. Ji ber rewşa van herêman hindekî cuda ye, li gor wê xebatê xwe diyar dikin. Hemleyên li dijî dagirkerî û tehdîdên ku li ser herêmê tên kirin, jinên ereb bi tevlîbûneke xurt û bi çalakiyên cur be cur bertekên xwe nîşan dan. Niha jinên li herêmên rizgarkirî li ser avakirina meclîsek giştî ya xweseriya jinê xebat dikin, da ku koordînasyona xwe derbixin û xebatên xwe bi rê ve bibin."     'Jin bi awayekî xurt beşdarî pêngava bûn'   Remziyayê bal kişand ser pêngavên ku  ji bo êrîşên li ser herêmê, pêngavên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pêngavên tundiya li ser jinê ku bi pêşengtiya Kongreya Star dest pê kirine û wiha got: "Rêxistina Kongreya Star li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser heremê,  tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tundiya li ser jinê gelek pêngav dane destpêkirin. Rengê jinê li her derê xuya bû û bertekên wê jî bi coş bûn. Di 7’ê Sibatê de pêngava  ji bo tecrîdê bi dirûşma  "Em ê pergala îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn" me da destpêkirin. Di 25'ê Mijdarê de pêngava li dijî êrîşên dewleta tirk bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêzin, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibin" me ragihand. Pêngava ji bo piştgiriya berxwedana Rojava di 25’ê Mijdarê de bi dirûşma "Dagirkerî tundî ye, bi rihê Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" dest pê kir. Pêngava bi dirûşma "Jin jiyan e jiyanê nekujin" ji sala 2019’an de ye û heya niha jî didome. Pêngava di 8'ê Cotmehê de ji bo tundiya li ser jinê bi dirûşma " Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em ê bi hev re jin û jiyanê biparêzin" me ev pêngav dest pê kir û hîn didome. Em dikarin bêjin tevlîbûna jinan a van pêngavan pir xurt bûn û heya niha jî jin têkoşîna wê didomînin."   'Kongreya Star bû beşek girîng a di avakirina jiyanê de'   Remziyayê da zanîn ku xebatên wan ên Kongreya Star di warê rêxistînî de pir li pêş bû û wiha dirêjî da gotina xwe: "Kongreya Star di warê rêxistinî de bi rengekî berfireh xebat da meşandin. Di aliyê perwerdeyê de bi hezaran jin hatin perwerdekirin û dewreyên perwerdeyê ji wan re hatin vekirin. Li ser esasê ku her jinek bikaribe xwe bi rêxistin bike û hebûna xwe mayinde bike, xebatên Komîteya Perwerdeyê yên girîng di vê mijarê de hebû. Her wiha di aliyê aboriyê de jî ku em di vê salê de di rewşên aborî yên zehmet re derbas dibin, ji bo ku em bibin bersiv me aboriyeke jinê ya alternatîf da avakirin. Tevî tehdîd û dorpêçiya li ser herêma me, dîsa jî amadekariyên me hebûn û jinan bi berhemên destên xwe dikarîbûn aboriyeke xurt bidin avakirin. Bi vê rewşê re me gelek projeyên çandinê dane destpêkirin, kooperetîfên biçûk û projeyên xwedîkirina sewalan jî hatin avakirin. Di van aliyan de me wekî jin xwe bi rê ve bir û nehişt ku herêma me kêm bimîne. Kongreya Star bû beşek girîng a di avakirina jiyanê de."    'Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatek hevbeş a jinan heye'   Remziyayê li ser xebatên Meclîsa Jinê yên di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hem jî Komîteya Diplomasî ya Kongreya Star nirxand û ev tişt got: "Ji bo Meclîsa Jinê ya di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de,  em him endam in di meclîsê de, him jî roleke me ya girîng heye. Bi meclîsa jinê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me pêngavên hevbeş li dijî dagirkerî û tundiya li ser jinê dane meşandin. Xebat û çalakiyên hevbeş bi hemû rêxistinên jinan re hatin kirin û jinên ji hemû pêkhateyan jî cihê xwe di nav de girtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatek hevbeş a jinan heye, ew esasekî pir bingihîn e ku yekîtiya jinan ava dike. Li dijî dagirkeriyê jin bi rêxistinbûyina xwe bersivê didin. Di aliyê diplomasîyê de jî xebatên me li  Rojhilata navîn û cîhanê hebûn. Hemleya jinan a ji bo xwedîderketina li jinên ku rastî tundiyê tên bi dirûşma "Na ji qirkirin û dagirkirinê re, em ê jin û jiyanê biparêzin" ku bi tevlîbûna 11 rêxistinên jinan di Rojhilata Navîn de pêk hat, heta niha jî didome û komîteya me ya diplomasî jî cihê xwe tê de girt."   'Meclîsa Edaleta Jinê li dijî tundiyê her di tevgerê de bû'   Li ser kar û xebatên Meclîsên Edaleta Jinê Rezmiyayê wiha got: "Di nav Meclîsa Edaleta Jinê de hin rêxistinên jinan mîna Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya ser Jinê û Malên Jinê, hene. Ev komîte ji bo bidestxistina mafê jinê û rakirina tundiya ku li ser jinê tê meşandin xebatên xwe dide meşandin. Di vê salê de Rêxistina Sara ji bo jinên ku li heremên dagirkirî rastî tundiyê tên xebatên belgekirina van sûcan dane meşandin û bi aliyên pêwendîdar re elaqedar in. Her wiha di vê salê de rewşeke awarte ji bo belavbûna Vîrusa Koronayê hatibû ragihandin, ji bo wê jî di hundirê malan de di dema qedexeyê de jin rastî tundiyên dijwar dihatin. Malên Jinê û Meclîsa Edaleta Jinê ji bo vê rewşê di tevgerê de bûn, ji bo jin rastî tundiyê neyên nobetên xwe digirtin û li rewşa jinan baldar bûn. Her wiha ji bo doz û pirsgirêkên jinê, Meclîsa Edaleta Jinê xebatek girîng dane meşandin. Ji bo danasîna jinan a mafê wan ên hiqûqî Meclîsa Edaleta Jinê gelek perwerde ji jinan re da destpêkirin ku dema jin rastî pirsgirêkekê were ew bi xwe di destpêkê de xwe biparêzin û bikaribe bibe bersiv."   'Me gelek komîteyên nû li peymana Kongreya Star zêde kirin'   Remziyayê li ser xebatên lidarxistina kongreya 8’emîn a Kongreya Star û zêdekirinê komîteyên nû yên li peymanê wiha got:"Ber bi dawîbûna vê salê ve me kongreye xwe ya 8’emîn li dar xist. Berî kongreyê jî xebatên me yên amadekariyê hebûn û li tevahî bajarok, navçe, bajar û kantonan me civîn û konferansên xwe çêkirin. Di kongreya me ya 8’emîn de me gelek biryarên bingehîn girtin, hin ji wan ketin meriyetê û hin jî di destpêka sala nû de wê bikeve meriyetê. Niha me komtîteya xwe ya tenduristîyê bi rêxistin kiriye ku ew jî li peymanê hate zêdekirin. Rast e gelek saziyên me yên tenduristiyê hene, lê me xwest em vê komîteyê wekî beşek taybet li rêxistina Kongreya Star zêde bikin. Ji bo ku jin li tenduristiya xwe baldar bin, her wiha ji bo nexweşiyên taybet yê jinan me xwest em jinan hişyar bikin. Wê hewildanên vê komîteyê di vî alî de be. Her wiha komîteyên siyasî, ekolojî, maliye û ragihandinê jî wê di demeke nêz de perwerdeyên xwe xelas bikin û bên sazkirin. Ev komîte bi giştî li ser peymana me ya Kongreya Star hatin zêdekirin. Em niha di pêvajoya bicihkirina van komîteyan de ne."    'Kongreya Star sîwana parastina jinê ye'   Remziyayê bi hêviyên serkeftinê yên ji bo sala nû dawî li gotina xwe anî û wiha got: "Tehdîdên mezin li ser rêxistina jinê hatin meşandin, jin bi wî rihê xwe yê şoreşgerîyê li pêşiya van êrîşan bûn bend û di encamê de gelek jinên me yên pêşeng  jiyana xwe ji dest dan. Têkoşîna me ne tenê li hember dijminekî ye, li hember tevahî destdirêjiyên ku li ser rêxistina jinê tên meşandin e û siyasetên desthilatdar ku li beramberî rêxistina jin tên kirin e. Em ê jinan li her derê biparêzin. Kongreya Star sîwana parastina jinê yeHêviyên me di sala nû de ew e ku hemû rojên jinê bibin rojên azadî, serkeftin û aramiyê."   Sibehê: Jinan sala 2020'î kirin sala serkeftinê ya li dijî dagirkerî û tecrîdê