Dayika Aştiyê Hediye Ozalp jiyana xwe ji dest da 2020-12-29 08:36:49   MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Hediye Ozalp a li Nisêbînê, demek dirêj bû ji ber sedema nexweşiya penceşêrê li Stenbolê tedawi dibû duh jiyana xwe ji dest da.    Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Hediye Ozalp (65) demek dirêje di nava kar û xebatan de cih digirt. Kurê wê Mesut Ozalp di nava têkoşîna tevgera azadiyê de jiyana xwe ji dest daye û her wiha hevjînê wê Derwêş Ozalp jî di salên 90’î de ji aliyê leşkeran ve li Cizîrê hatibû qetilkirin. Hediye ji ligel nexweşî û temenê xwe, dev ji têkoşîna xwe berneda û heya roja dawî di çalakiyan de cih girt. Hediye ya ku nexweşiya penceşêrê ketibû ev 4 meh in li Stenbolê tedawî dibû. Piştî têkoşîna xwe ya 4 mehan duh jiyana xwe ji dest da.   Wê cenazeyê Hediye ji Stenbolê bînin Nisêbînê. Di saet 11’an de bi tevlîbûna Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û malbatê re wê li goristana Mor ya li Nisêbînê were veşartin.