TJA: Heta ku bersûc bên darizandin em ê têkoşînê bidomînin 2020-12-28 15:58:13   AMED - TJA'yê derbarê Komkujiya Rojbosê de daxuyanî da û got ku hat  kujer bên darizandin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.   Di 2011'an de balafirên dewleta tirk li gundê Roboskî yê Qilebana Şirnexê bombe barandin û 17 jê zarok 34 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Di salvegera komkujiyê de Tevgera Jinên Azad (TJA) li Parka Roboboskê dxuyaniyek da.  Di daxuyaniyê de rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterên DHP'ê yên Amedê Semra Guzel û Remziye Tosun û gelek nûnerên saziyên sivîl cih girtin. Di daxuyaniyê de pankarta, "Em ji bîr nakin nadin jibîrkirin" hat vekirin. Daxuyanî li ser navê girseyê ji aliyê parlamentera Remziye Tosun ve hat xwendin.    'Komkujiyek plankirî bû'   Remziye diyar kir ku piştî komkujiyê serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan ji fermandarê giştî yê hêza leşkerî re spas kirbû, Wezîrê Navxweyê yê demê  Îdrîs Naîm Şahîn jî diyar kirbû ku emrê komkujiyê ji enqeryê hatiye dayîn. Remziye diyarir ku Komkujiya Roboskî encama şerê taybet li hember kurda ye û pilankirî hatiye kirin. Remziye wiha berdewam kir, "Wê rojê bi balafiran 34 kes hatin qetilkirin. Kesên ku Komkujiya Roboskê kirin û yên ku li Nisêbîn, Cizîr û Sûrê kokujî kirin heman kesin. Îro jî ew zîhniyet li Başûr heman rêbazê pêk tîne."   'Em nadin jibîrkirin'   Remziyê  diyar kir ku derbarê bûyerê de lêpirsîna hiqûqî hatiye destpêkirin, lê dosya piştre li ser biryara nepenîbûnê hatiye danîn û ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve biryara bê erkdariyê hatiye dayîn ji Serokatiya  Fermandariya GIştî ya Enqereyê re hatiye şandin.  Remziye wiha dirêjî da axaftina xwe, "Fermandariya Giştî ji Serdozgeriya Leşkerî re hatiye şandin û wê jî di 6'ê Çileya 2014'an de biryara bêşopandinê derbarê dosyayê de daye. Ev hemû darbeyên li heberî gelên me yên li dijî wekhevî û azadiyê ne .Ev darbeyên li dijî daxwaza azadiya Gelê Kurd in. Em ê van komkujiyan ji bîr nekin û nedin jibîrkirin."    'Heta kujer bên darizandin wê têkoşîn bidome'   Remziye wiha dawî li axaftina xwe anî," Heta ku dewlet bi rastiya xwe re rûbirû neyê wê bûyerên bi vî rengî bidomînin. Divê dewlet rastiya xwe bibîne û ji bo ku bûyerên bi vî rengî pêk neyên bikev nav hewldanan. Komîsyoneke ku bê avakirin wê êşa şêniyên Roboskê nede jibîrkirin lê wê hinekî sivik bike. Ji ber vê divê kujer bên tespîtkirin û bên darizandin. Heta ku kujer bên aşkerakirin û darizandin wê têkoşîna me bidome."