DAKP: Leyla Guven ji bo têkoşîna aştiyê bûye sembol 2020-12-28 14:20:32   AMED - DAKP'ê têkildarî girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven daxuyanî da. Di daxuyanî ye de hat gotin ku Leyla Guven ji bo têkoşîna aştî, hiqûq û demokrasiyê bûye wek sembolekê û bang kirin ku Leyla Guven serbest bê berdan.   Platforma Jinan a Dîcle Amed bi armanca şermezarkirina girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku 22 sal û 3 meh ceza lê hate birîn, li Şaxa 1. Egîtîm Senê ya Amedê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaxa 1’emîn a Egîtîm Senê Emîne Akşahîn ve hat xwendin.   'Girtina Leyla Guven êrîşek li ser têkoşîna jinan e'   Di destpêkê de Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya axaftinek kir û destnîşan kir ku girtina Leyla Guven di heman demê de êrîşek li ser têkoşîna jinan e û wiha got:" Leyla Guven her tim di nav çalakiyan de û hertim bibû dengê gel. Ji ber vê yekê Leyla Guven rûmeta me ye û rêhevala me ye. Em pê şanaz in ku me bi hev re têkoşînan daye. Leyla Guven divê li dijî vê biryara li dij hiqûqî demildest serbest bê berdan. Bi girtina Leyla Guven dixwazin hemû jinên têkoşînê didin çavtirsiyayî bibin."   Piştî axaftina Adalet Kaya, Emîne Akşahîn jî daxuyanî xwend û diyar kir ku Leyla Guven ji bo têkoşîna aştî, hiqûq û demokrasiyê bûye wek sembolekê. Emîne got: "Biryara girtina Leyla Guven biryarek sîyasî ye û tê xwestin ku di şexsê Leyla Guven de vîna gelê kurd û hemû qismên muhalif têk bibin.  Desthilatdar li ber hemû çavên cîhanê, hiqûq, mafên mirovan û edaletê dixe bin piyan."   'Bila Leyla Guven demildest serbest bê berdan'   Emîne bang kir ku bila Leyla Guven demildest serbest bê berdan û ev tişt anî ziman: "Leyla Guven bi sekna xwe li dijî hemû helwestên li dijî mirovatiyê û dijhiqûqê bersivek xurt daye. Ji ber van sedeman Leyla Guven bû hedefa desthîlatdariyê. Lê divê baş bê zanîn ku Leyla Guven û em jin li ku bibin jî, ji berxwedan û têkoşîna xwe tavîz nadin. Em wek DAKP’ê girtina Leyla Guvenê şermezar dikin û bang dikin ku bila dawî li vê biryara dijhiqûqî bê dayin."