Ji bo Leyla Guven li Qamişloyê daxuyanî hat dayin 2020-12-28 14:06:44       QAMIŞLO - Jinên ku di Kongreya Civaka Islama Demokratîk de cihê xwe digirin, girtina Hevseroka  KCD'ê Leyla Guven şermezar kirin.   Jinên ku di Kongreya Civaka Islama Demokratîk de cihê xwe digirin girtina Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi beşdarbûna hemû saziyên jin ên  girêdayî Kongreya Civaka Islama Demokratîk bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî li navenda Kongereya Civaka Islama Demokratîk hate dayîn. Di daxuyaniyê de alê Kongreya Civaka Islama Demokratîk û wêneyên Hevseroka  KCD'ê Leyla Guven hatibû hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Civaka Islama Demokratîk Hîba-El lah Deblîz ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Dewleta tirk a faşîst kiryar û biryarên xwe yên li ser mafê jinan dewam dike. Dewleta tirk bi hincetên cur be cur Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê Leyla Guven dîl girtin û cezayê nezagonî 22 sal û 3 mehan li ser birîn. Em wek jinên Kongreya Civaka Islama Demokratîk vê biryarê bi tundî şermezar dikin û em vê biryara nezagonî qebûl nakin. Xwesteka vê biryarê ew e ku têkoşîn û berxwedana jinê bişkîne. Her wiha em banga dewletên navneteweyî dikin ku li pêşiya van biryarên nezagonî bisekinin."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana Leyla" bi dawî bû.