Çalakiya xelkê Şengalê di roja 27'an de didome 2020-12-28 11:12:57   ŞENGAL - Çalakiya xelkê Şengalê ya ku li dijî hevpeymana Bexda û Hewledê de hatî îmzekirin û ji bo xwedî li derketina Asayîşa Êzidixanê hatî destpêkirin di 27'an de didome. Çalakvan di daxwazên xwe de bi israr in.   Çalakiya ku 27 roj in li ber Navenda Asayîşa Êzidixanê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin, îro jî li ser rêya giştî ya asayîşê dewam dike. Çalakiya ku li dijî Hevpeymana Bexda-Hewlêrê û her wiha ji bo xwedî li derketina li Asayişa Êzidîxanê hat destpêkirin bi serdanên şêniyên Şengalê ve didome.    Xelkê Şengalê diyar kirin ku heya daxwazên wan neyên qebûl kirin, dê çalakiya xwe bidomînin.