‘Bi êrîşan nikarin berxwedana gelan têk bibin’ 2020-12-28 09:04:37   Raperîn Berkir   ŞEHBA - Endam û Rêveberên Meclîsa Jina Azad a Şehbayê êrîşên li ser navçeya Eyn Îsayê şermezar kirin û gotin: "Armanca dewleta tirk ji van êrîşan ew e ku projeya Netewa Demokratîk a li Eyn Îsayê hatiye avakirin were hilweşandin. Ew nikarin berxwedana gelan têk bibin."    Dewleta tirk û komên hevkarên wê bê navber êrîşî navçeya Eyn Îsayê dikin. Di êrîşan de mal û milkên şêniyên herêmê hedef digirin.  Dixwazin Eyn Îsa weke Girê Spî, Serêkaniyê û Efrîn têxin bin kontrola xwe. Şêniyên li Eyn Îsa berxwedaneke bê hempa li hember van êrîşên hov dimeşînin û peyama serkeftinê ji dewleta tirk re radighînin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel li ser piyan e û piştgiriya xwe ji berxwedana Eyn Îsayê re radigihînin. Girêdayî vê mijarê Endam û Rêveberên Meclîa Kantona Şehabyê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.   'Em piştgiryê didin berxwedana Eyn Îsayê'    Endama Komîteya Jinê ya Meclîsa navçeya Ehrezê Sîham Alo piştgiriya şêniyên Şehabyê ji berxwedana Eyn Îsayê re ragihand û wiha got: "Em weke jinên Şehbayê bi hemû pêkhateyên xwe piştgirya berxwedana Eyn Îsayê li hember êrîş û kiryarên dewleta tirk a dagirker, dikin. Em ê her li ser piya bin û piştevaniya gelê berxwedêr bikin, ji ber ku armanca me ew e ku wekhevî di nava gelan de bê avakirin. Em ê her dengê berxwedana xwe bilind bikin ku dengê me bighe saziyên peywendîdar ji bo rawestandina kiryar û êrîşên dewleta tirk a dagirker."   'Dixwazin bi êrîşan vîna gelan biçewsînin'   Rêvebera Meclîsa Jina Azad a Şehbayê Zehra Kelo êrîşên dewleta tirk ên li ser navçeya Eyn Îsayê bi tundî şermezar kirin û ev tişt got: "Em van êrîşên dewleta tirk a dagirker û komên girêdayî wê yên li ser Eyn Îsa bi tundî şermezar dikin. Dewleta tirk a dagirker bi dagirkirina deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêniyên resen ji cih û warên wan dide koçberkirin û li şûna wan çeteyên xwe bi cih dike. Gelek pêkhate li Eyn Îsa dijîn û jiyanek wekhev di nava xwe de avakirine. Ev jiyan ne li gor rehetiya dewleta tirk bû, loma xwest nakokiyan di nava pêkhateyên ereb û kurd de bide avakirin. Dixwazin bi êrîşan vîna gelan têk bibin."   'Rûsiya şirîkê van êrîşa ye'   Endama Komîteya Edaleta Civakî ya Meclîsa Jinên Azad li Şehabyê, Semîra Mistefa jî armanca êrîşên li ser Eyn Îsa anî ziman û wiha pê da çû: "Li Eyn Îsa Rûsiya baregehên xwe avakirine û ji bo êrîşên dewleta tirk xwe li bê dengiyê daniye. Dewleta Rûsiya jî şirîkê van êrîşa ye. Dijminên me ji her alî de êrîş dikin, tenê li pêşiya me têkoşîn heye û pêwîst e em li ser esasê wê rêxistina xwe xurt bikin."