'Bi têkoşîna topyekun em ê encameke baş ji grevên birçîbûnê bigirin' 2020-12-28 09:03:35   ENQERE - Sema Yigit a ku di serdema 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê 42 rojî di greva birçîbûnê de maye diyar kir ku di wê demê de civak gelekî bi hestiyarî nêzî çalakiyên grevên birçîbûnê dibûn û wiha got:"Hebûna zextan normal e çimkî îktidar ji bo îktidar hebûna xwe bidomînin ew ê zextên xwe bidomînin. Lê belê em ji bo bigihêjin hevdu divê em rêyekê bibînin. Bi têkoşîna topyekun em ê encameke baş ji grevên birçîbûnê bigirin."   Sema Yigit a ku di serdema 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê 42 rojî di greva birçîbûnê de maye da zanîn ku di wê serdemê de li dijî ferzkirina kincên yektîp dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Semaya ku têkildarî çalakiyên grevên birçîbûnê yên di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan hat destpêkirin axivî da zanîn ku ji bo encameke baş têkoşîn divê.    Semaya ku perwerdeya îktisatê li Zanîngeha Hacettepeyê girtiye ji ber faaliyetên xwe yên polîtîk di 1982'yan de tê girtin û cezayê muebetê lê girtîgehê lê tê birîn. Sema li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê 5 sal û nîvan li Girtîgeha Çanakkaleyê jî 3 sal û nîvan bi tevahî 9 salan di girtîgehê de dimîne. Sema li girtîgehê li dijî pêkanînên rêveberiyê 42 rojî di greva birçîbûnê de dimîne. Semayê di encama tehliyeya bi şer de di 1991'an de ji girtîgehê derdikeve.    'Helwest û têkoşîna jinê gav paş de da avêtin'   Semayê bal kişand ser helwesta jinan a di Girtîgeha Mamakê de û wiha got:"Di wê demê de kincên yektîp li ser me dihatin ferzkirin lê belê helwest û têkoşîna jinê gav paş de da avêtin. Di wê demê de em li avahiyên ku mêr lê diman dihatin girtin û hemû koguş mêr lê bûn. Bi zexteke mezin ferkirina yektîpê hat kirin. Heta wê rojê îşkence, zext bi her awayî dihat kirin lê belê ferzkirina yektîpê bi hovîtiyeke mezin hatibû rojevê. Hevalên mêr bi erdê ve kaş dikirin û dibirin cihê sitendina ji bo hewayê. 10-15 leşkeran dor li wan digirtin. Heta bijîşkan digotin 'bû' li wan didan û piştre ew tazî dikirin. Lebatên wan ên zayendiyê dieciqandin. Bi awayekî hovane eziyet dikirin. Me li dijî vê rewşê tim dirûşme berz dikirin. Digotin ew ê dor were we jî û dijûnên zayendperest dikirin. Temaşekirina vê rewşê gelekî bi tirs bû. Piştî hevalên mêr dest bi greva birçîbûnê kirin me jî dest pê kir. Me xwest em vê rewşê şermezar bikin û piştigiriyê bidin çalakiya wan. "   'Civak hestiyar bû'   Semayê bal kişand ser hestiyariya civakê ya ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê û wiha domand:"Di wê demê de civak gelekî bi hestiyarî nêzî çalakiyên grevên birçîbûnê dibûn. Wê demê agahiya dewletê ya derbarê grevê de pir tune bû. Di gotin hûn ê 15-16 rojê dinê hafizaya xwe winda bikin. Ew jî diketin tatêla vê yekê."   'Li hundur û derve jin bi têkoşînê derdikevin pêş'   Semayê bal kişand ser têkoşîna jinê ya li girtîgehê û wiha got:"Dema ez li têkoşîna jinê ya li Tirkiyeyê dinêrin ez dibêjim heger tiştek biguhere jî ew ê bi têkoşîna jinên li derve û li hundur biguhere. Heger jin bawer bikin û di wê rêyê de bimeşe ew ê kesek nikaribe wê vegerîne. Di 12'ê Îlonê de hûn li kîja girtîgehê dinêrin binêrin têkoşîna jinê teqez bû. Li ku derê disekinîn çi dikirin ev teqez bûn. Me digotin em çi ne û em li ku ne em li gor wê tev digeriyan. Li hundur û derve jin bi têkoşînê derdikevin pêş."   'Zext normal in loma divê em rêyekê bibînin'   Sema da zanîn ku 12'ê Îlonê di dilê Tirkiyeyê de birînên mezin vekiriye û wiha got:"Heger em destên xwe dirêjî hevdu nekin ew dest ew ê bibin kangren. Hebûna zextan normal e çimkî îktidar ji bo îktidar hebûna xwe bidomînin ew ê zextên xwe bidomînin. Lê belê em ji bo bigihêjin hevdu divê em rêyekê bibînin. Bi têkoşîna topyekun em ê encameke baş ji grevên birçîbûnê bigirin. Têkoşîna demokratîk gel tîne ba hevdu. Zext hem li hundur hem jî li derve heye. Bajar tên talankirin û mirov mehkûmî sê quruşan dibin. Divê mirov ji hatina gel hevdu netirse. Bi têkoşîn û siyaseta demokratîk encex em bigihêjin derekê yan na ew ê her ev pêvoyên dijwar bên dubarekirin."   'Pirsgirêkên mirovên din wekî pirsgirêkên xwe dibînin'   Semayê bi lêv kir ku di pêvajoya dawî de girtîgeh tên tijekirin û wiha domand:"Girtiyên di greva birçîbûnê de ne gelekî hestiyar tev digerin. Ew pirsgirêkên mirovên din wekî pirsgirêkên xwe dibînin. Loma her tiştî digirin ber çav. Ji bo dengê xwe bidin bihîstin bedena xwe dikin dewrê. Ji bo ev deng bê bihîstin têkoşîneke topyekun divê."