Bêrîvan Xalid: Em ê di 2021'an de jî kar û xebatên xwe bidomînin 2020-12-28 09:01:25   Dilucan Bozî   KOBANÊ - Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid di derbarê kar û xebatên salekê de nirxandin kir. Bêrîvanê wiha got: "Di encama şerê dagirkeriyê de em di hin projeyên xwe yên 2020'an de kêm man. Ruxmê em ji pêvajoyên giran re derbas bûn, lê belê gavên serkeftî jî hatin avêtin. Em ê bi sala nû re li gor baweriya gelê xwe, gavên mezin, kar û xebatên serkeftî bidin meşandin."    Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9'ê Îlona 2018'an de hate damezrandin. Piştî ku tevahî herêm ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, êdî Rêveberiya Xweser li herêma Cizîr, Efrîn û Kobanê hatin avakirin. Piştî ku Rêveberiya Xweser li tevahî herêman hat ragihandin yekser hevserokên wê hatin hilbijartin û li gor wê kar û xebat dihatin meşandin. Têkildarî kar û xebatên salekê yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid nêrîna xwe parve kir.   'Dewleta tirk dixwaze Rojhilata Navîn dagir bike'   Bêrîvanê di destpêka gotina xwe de êrîşên ku heta roja îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin nirxand û wiha domand: "Di destpêka damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heta vê kêliyê gef û êrîş li ser herêmên me didomin. Dewleta tirk bi awayekî rojane êrîşî herêmên ku di bin kontrola me de ne dike û dixwaze dagir bike. Bi salane herêmên ereban ên mîna Reqa, Tebqa, Minbic, Girê Spî û Dêrezor ji aliyên çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin. Bi pêşengtiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ev herêm ji destên çeteyan hate rizgarkirin. Piştî çeteyên DAIŞ'ê bi temamî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xilas bûn, dewleta tirk êrîşî herêmên mîna Efrîn, Serêkanî û Girê Spî kir û di encamê de ev hersê herêm jî dagir kir. Niha jî dewleta tirk  bê navber êrîşî navçeya Eyn Îsayê dike û dixwaze tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Armanca dewleta tirk a van êrîşan  dagirkirina tevahî Rojhilata Navîn e. Ji ber dewleta tirk dixwaze dîroka osmaniyan li Rojhilata Navîn ji nû ve nûjen bike."   'Pergalek li ser bingeha civakeke demokrat û azad tê avakirin'    Bêrîvanê di dewama gotina xwe de kar û xebatên sala 2020'an nirxand û wiha domand: "Sala 2020'an ne kêmî sala 2018-2019'an bû, ji ber her hewildanên dewleta tirk û hevkarên wê yên dagirkeriyê li ser herêmên me dewam dikir. Ji bo wê jî hin proje û pilansaziyên ku di sala 2019'an de hatibû sekinandin, di sala 2020'an de hatin temamkirin. Ji bo kesên koçber tu rêxistinan alîkariya wan nekirin, me jî weke Rêveberiya Xweser ji bo em kesên koçber bi cih bikin me ji wan re kamp ava kirin. Her wiha di vê salê de ji bo sererastikirina pergala Rêveberiya Xweser gelek xebatên mîna zagon, rêxistinkirin, rêveberî û projeyên xizmetguzarî hatin meşandin. Me gelek giranî da tenduristî, aborî, perwerde û şaredariyê. Di aliyê pêşketina xebatên Rêveberiya Xweser  de em bikin nekin pergaleke nû li herêman tê avakirin, ji ber bi salane hişmendiya Rejima BAAS'ê û herî dawî jî hovitiya çeteyên DAIŞ'ê bandorek mezin li herêman kir. Pergalek li ser bingeha civakeke demokrat û azad tê avakirin, ji bo wê elbet wê kêmasî û zehmetî jî derkevin pêşberî me. Em dikarin bêjin, ruxmê êrîşek hovane ya dewleta tirk li dijî herêmên me hebûn, lê li kêleka êrîşan xebatek serkeftî di vê salê de hate meşandin. Sal bi sal gavên nû tên avêtin û hêviya me ew e ku em di sala 2021'an de gavên şênber û serkeftîtir biavêjin."   'Armaca dewleta tirk ew e ku şoreşa ku pêk hatiye têk bibe'   Bêrîvanê bandora êrîşan li ser xebatên wan wiha anî ziman: "8 sal in li Rojavayê Kurdistanê şoreşek pêk hat, di heman demê de ev 10 sal in li tevahî Sûriyeyê aloziyek heye. Hemû pêkhateyên Sûriyeyê para xwe ji van aloziyan girtin. Rêveberiya Xweser di gava yekem de li herêma Cizîrê hate avakirin, ev yek bû bingeh ku Rêveberiya Xweser pergala xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bikin. Pêşketinên ku Rêveberiya Xweser bi dest dixe ev yek ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve nayê qebûlkirin, ji bo wê jî pergala me herdem rastî êrîşan tê. Dewleta tirk bi salane hewil dide ku Rêveberiya Xweser hilweşîne û şoreşa ku pêk hatiye têk bibe. Ji ber dijmin dizane pergala Rêveberiya Xweser hemû pêkhateyan hembêz dike, ji ber vê yekê tehemûla dijmin nîne û dixwaze projeya yekîtiya gelan têk bibe.  Li dijî dewleta tirk hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn xwe di derdorê Rêveberiya Xweser de pêçandin, vê yekê jî hişt ku Rêveberiya Xweser xwe li ser lingan bigire û xurtir bibe."   'Rêveberiya Xweser bi civakê re yek e'   Bêrîvanê bal kişand ser dagirkirina Girê Spî û Serêkanî û wiha pê de çû: "Di sala 2019'an de dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî Serêkanî û Girê Spî kirin û aloziyek mirovahî hate jiyîn. Her wiha bandora vê êrîşê li ser civak û aboriyê kir, lê ya herî girîng dewleta tirk negihaşt armancên xwe ji ber pergala Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de xwe ji nû de nûjen dike û bi gel re ye. Êdî gelê me ketiye wê ferqê ku armanca dewleta tirk û çeteyên wê çi ne. Heta niha jî êrîşek pir bi hovene ji aliyê  dewleta tirk ve li ser herêmên me dom dike, lê berxwedana gel wê bi ser bikeve."   'Rol û mîsyona jinan di Rêveberiya Xweser de ya herî sereke ye'   Bêrîvanê pêşketin û xebatên jinê yên di Rêveberiya Xweser de nirxand û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di pergala Rêveberiya Xweser de rola jinê pir girîng û diyarde ye. Di nava pergalên desthiltdar û hişmendiya mêr-dewletê de tu caran mafê jinê nehatiye dayîn, berovajî vê uelê mafê wê dihat binpêkirin. Lê bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jinan gavên pir mezin avêtin û rola xwe di qadên leşkerî, siyasî, sazî û dezgehên girîng de leyistin. Ji bo wê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinê tê pênasekirin û heta niha jî hemû jinên cîhanê îlhama xwe ji jinên Rojava digirin. Niha jî rol û mîsyona jinan di Rêveberiya Xweser de ya herî sereke ye. Heta niha jî jin di Rêveberiya Xweser de rolek pir mezin dileyîze û pêşentiya civakê digire li ser milên xwe. Di Rêveberiya Xweser de Desteya Jinê, Yekîtiya Jinê û gelek sazî û dezgehên jinê hene. Jin di nava Rêveberiya Xweser de bi xwe projeyên xwe diyar dikin û xebatên xwe bi rê ve dibin. Herkes vê teqez dike ku jinan xebatekên mezin kirine û hîna jî di nava tevgerê de ne. Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser di sala 2020'an de sazî û dezgehên xwe berfirehtir kirin. Em dikarin teqez bikin ku hejmara herî mezin di Rêveberiya Xweser de ji jinan pêk tê."   'Em ê bi sala nû re bi gelê re kar û xebatên serkeftî bikin'   Bêrîvanê herî dawî proje, pilansazî û amadekariyên 2021'an nirxand û wiha bi dawî kir: "Me weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2020'an de gelek civîn li dar xistin û di van civînan de me kar û xebatên 2020'an nirxand. Li gor nirxandinan me ji bo sala nû gelek proje û pilansazî me danî pêşiya xwe. Di sala 2020'an de êrîşên dewleta tirk û şewba Vîrusa Koronayê bandorek li ser karê me kir. Her wiha nebesiyên ku me di sala 2020'an de dîtine me gelek rexnedayinên xurt da ku em di sala nû de wan nebesiyan derbas bikin. Di sala 2021'an de projeya me heye ku em hemû endamên di sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de cihê xwe digirin perwerde bikin. Her wiha di nava van 8 salan de gelek bajarên me hatin rûxandin ji bo wê di  xizmetguzariyê de wê xebatên girîng werin meşandin. Ji bo koçberan jî hewildana me heye ku em pêwistiya wan bi cih binîn. Em ê bi sala nû re li gor baweriya gelê xwe, gavên mezin biavêjin, kar û xebatên serkeftî bidin meşandin."    Sibehê: 'Kongreya Star sîwana parastina jinê ye'