ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2020'Î 2020-12-28 09:00:00   *Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid di derbarê kar û xebatên salekê de nirxandin kir. Bêrîvanê wiha got: "Di encama şerê dagirkeriyê de em di hin projeyên xwe yên 2020'an de kêm man. Ruxmê em ji pêvajoyên giran re derbas bûn, lê belê gavên serkeftî jî hatin avêtin. Em ê bi sala nû re li gor baweriya gelê xwe, gavên mezin, kar û xebatên serkeftî bidin meşandin." DÎMEN HEYE   * Bernameya Hinek Henek ku her hefte bi cûrbecûr mijaran ve tê pêşberî temaşevanan, amadekariya bernameya taybet a sersalê dike. DÎMEN HEYE   *Sema Yigit a ku di serdema 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê 42 rojî di greva birçîbûnê de maye diyar kir ku di wê demê de civak gelekî bi hestiyarî nêzî çalakiyên grevên birçîbûnê dibûn û wiha got:"Hebûna zextan normal e çimkî îktidar ji bo îktidar hebûna xwe bidomînin ew ê zextên xwe bidomînin. Lê belê em ji bo bigihêjin hevdu divê em rêyekê bibînin. Bi têkoşîna topyekun em ê encameke baş ji grevên birçîbûnê bigirin." DÎMEN HEYE   *Endam û Rêveberên Meclîsa Jina Azad a Şehbayê êrîşên li ser navçeya Eyn Îsayê şermezar kirin û gotin: "Armanca dewleta tirk ji van êrîşan ew e ku projeya Netewa Demokratîk a li Eyn Îsayê hatiye avakirin were hilweşandin. Ew nikarin berxwedana gelan têk bibin." DÎMEN HEYE   *Di ser Komkujiya Roboskiyê re 9 sal derbas bûn hê jî kiryar û berpirs nehatine darizandin û ceza kirin. jinên Amedê wiha gotin: “Ne tenê qetlîyama Roboskî, gelek qetlîyamên bi vî awayî li ser kurdan pêk hatine. Lê em ê tu qetlîamên ku li ser me pêk hatine ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin. Ji ber ku ew rastiya dijmin nîşanê didin. Em dixwazin qetliyama Roboskî, yên beriya wê û piştî wê bên ronîkirin.” DÎMEN HEYE   *Dayika Rojda Bagci ya ku li yurda xwendekaran a xerpêtê diman û berî bi du salan bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da Hamdiye Bagci, diyar kir ku li keça wê întîhar hatiye ferzikrin. Hamdiyê diyar kir ku lêpirsîna derbarê bûyerê de hatiye vekriin tu encam jê bi dest nexistine û wiha got, "Li gel ku gelek gûmanbar hene jî dozgeriyê lêkolîn nekiriye."   *Dê li Qamişloyê li dijî girtina Leyla Guven daxuyanî bê dayin. (11.00)   *Bi minasebeta 9'emîn salvegera Komkûjiya Roboskî heyeta ku ji Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û Parlamenterên HDP'ê pêk tê dê li gundê Roboskî tevlî bernameya bîranînê bibin. (13.00)   ** Li Şaxa 1. Egitîm Senê ya Amedê DAKP ji bo girtina Leyla Guvenê wê daxuyanî bide.(13:00)