Tevgera Xwendekarên Demokratîk li dijî êrîşan meşiya 2020-12-27 18:19:35     ŞEHBA - Tevgera Xwendekarên Demokratîk û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li Herêma Efrînê êrîşên dewleta tirk li ser navçeya Eyn Îsayê bi meşekê şermezar kirin.   Bi pêşengtiya Tevgera Xwendekarên Demokratîk ên bajarokê Til Rifet û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li Herêma Efrînê, bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser navçeya Eyn Îsayê meşeke girseyî hat li dar xistin. Meş bi tevlîbûna bi dehan ciwan ji Tevgera Xwendekarên Demokratîk, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiay Jinên Ciwan pêk hat. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên Ciwanên şoreşger û pankertên bi nivîsa “Dem dema azadiyê ye” hatin hildan. Meş ji qada bajarokê Til Rifet het heta çerxerêya bajarokê berdewam kir.   Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, daxuyanî hate dayin. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Xwendakarên bajarokê Til Rifet ê Şehabyê, Rîm Dede ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:    “Di van demên dawiyê de planên qirêj li ser herêma me tên kirin. Dewleta tirk bê navber êrîşî herêmên me dike û bi armanca dagirkeriyê êrîşên xwe li ser Eyn Îsayê dijwartir kiriye. Tevî hovîtiya êrîşan û bêdengiya dewletên navnetewî, dîsa berxwedana gelê şoreşger derdikeve pêş.  Siyaseta ku îro bi her awayî li dijî gelê me tê meşandin pilanên veşartî yên sîstemên desthilatdar û hegomonîk dide nîşan dan.   Em weke Tevgera Xwendekarên Demokratîk, Jinên Ciwan û Tevgera ciwanên Şoreşeger ên Sûriyê helwesta xwe li dijî van kiryaran bi bilindkirina asta têkoşînê nîşan didin. Soza me ew e ku em ê her li dijî siyaseta ku gelê me hedef digre têbikoşin.”   Meş bi dirûşma”Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.