Li Efrînê jina hat revandin qetil kirin 2020-12-27 17:31:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên Sultan Murad beriya bi çend heftiyan ji eşîra Ereb El-Umeyrat jinek kuştine.   Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku beriya bi 3 heftiyan çeteyên Sultan Murat jineke bi navê Nadîre Mihemed Hiso ji mala wê ya berê ya li Efrînê revandine. Tê gotin bi sedema ku Nadîre Mihemed Hiso li saziyên Rêveberiya Xweser xebitiye hatiye revandin.   Rêxistinê diyar kir ku çeteyên Sultan Murad li gorî fermanên îstîxbarata tirk diçin, Nadîre Mihemed Hiso a ji eşîra Ereb a Umetratê revandine, birine Tirkiyê û piştî ku ew kuştine termê wê avêtine rêyeke li nêzî navenda çeteyan.