Weqfa Jina Azad girtina Leyla Guven şermezar kir 2020-12-27 16:32:20   QAMIŞLO - Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê, girtina Hevseroka KCD  Lelya Guven bi daxuyaniyekê şermezar kir.   Li dijî girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Weqfa Jina Azad a Sûriyê daxuyanî da. Daxuyanî bi beşdarbûna hemû saziyên jinan yên girêdayî Weqfa Jina Azad û Qada Civakî li ber navenda Weqfa Jina Azad a Sûriyê hate dayin.  Di daxuyeniyê de wêneyê Hevseroka KCD Lelya Guven hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Qada Civakî ya Rojava Gulîstan Elî ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Di dema ku hemû jin di nava tekoşîn û berxwedanê de ne, dewleta tirk êrîşî vîna jinan dike. Dewleta tirk bi siyaseta xwe ya qirêj li hember mafên jinan astengiyan derdixe û pêşengên şoreşa jinan hedef digire. Dixwaze bingeha ku civak li ser esasê wê xwe li ser piyan digre hilweşîne.    Dewleta tirk careke din Hevseroka KCD Lelya Guven  girt û 22 sal û 3 meh ceza lê birî. Ev pêkanînên li dijî Leyla Guven  hemû pîvanên mirovahiyê ji holê radike.  Ji ber ku Lelya Guven têkoşîna jinan temsîl dike, azadî û wekheviyê dixwaze. Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hertim em ê di nava tekoşîn û berxwedanê de bin, heta azadiya hemû mirovên aşîtîxwaz pêk were. Leyla sembola  têkoşînê ye.”   Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.