‘Leyla Guven pêşenga berxwedanê ye‘ 2020-12-27 15:27:34   HESEKÊ/TIL TEMIR - Li dijî girtin û cezayê girtîgehê ku li Hevseroka Kongreya  Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hat birîn, jinên li Rojavayê Kurdistanê di nava çalakiyan de ne. Di vê çerçoveyê de li Til temir û Hesekê bi daxuyaniyên hatin dayîn girtina Leyla Guven hat şermezarkirin.    Bi armanca şermezarkirina girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku 22 sal û 3 meh ceza lê hate birîn, jinên Rojavayê Kurdistanê her roj bi çalakiyên cûr bi cûr piştgiriya xwe bi Leyla Guven re radigihînin. Têkildarî mijarê li Til Temir û Hesekê daxuyanî hatin dayin.    Til Temir   'Em ê polîtîkayên li dijî jinên rêxistinkirî pûç bikin'   Bi armanca şermezarkirina girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Meclisa Malbatên Şehîdan bi beşdarbûna dehan dayikên pekrewanan, li Saziya Malbatên Şehîdan a Tilt Temirê  daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê Dayika Şehîd Bahoz Çinar Yûsif ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin  ser kiryarên dewleta tirk li Bakurê Kurdistanê yên derbarê jinên têkoşer, siyasetmedar, perlamnter û hiqûqnasan de û wiha hat gotin :"Em girtina Leyla Guven jina ku bangewaziya aşîtî û azadiyê dike, bi tundî şermezar dikin. Em bang li rêxistinên mafên mirovan û cîhanê dikin ku li hember kiryarên hikûmeta AKP'ê li dijî jinên siyasetmedar û perlemanterên HDP'ê, helwestekê nîşan bidin. Li dijî gavên ku jin diavêjin û dixwazin guhertinekê pêk bînin, hikûmeta AKPê asta êrîş û binpêkirinên xwe yên mafan zêde dike. Em wekî malbatên şehîdan em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin, heta ku Rêber Apo û girtiyên zindanan, jinên têkoşer û siyasetmedar yên ku di zindanan de ne azad bibin."    Çinarê daxuyanî bi vê bangê bi dawî kir, "Em ê polîtîkayên ku li hember jinên birêxistinkirî têne meşandin, bi têkoşîn û berxwedanê pûç bikin û rê nedin dagirkeran ku hêza me bişkînin. Pêwîst e ku li hember kiryarên dewleta tirk li bakurê Kurdistanê, sazî û rêxistinên ku banga mafên mirovan dikin bi erka xwe rabin."   Daxuyanî bi dirûşmeya"Jin jiyan azadî"bi dawî bû.   Hesekê   Kongreya Star girtina Leyla Guven şermezar kir   Meclîsa Perwerdeyê ya Kongreya Star li Kantona Hesekê bi daxuyaniyekê girtina Leyla Guven şermezar kir. Di daxuyaniyê de bi dehan jin ji tevahî sazî û rêxistinên sivîl amade bûn. Daxuyanî li navenda Kongreya Star a Kantona Hesekê ji aliyê Endama Rêveberiyê ya Komîteya Kongreya Star Reca Mîo ve hate xwendin.   Recayê di destêka axaftina xwe de wiha got,“Em wekî Meclîsa Perwerdê ya Kongreya Star biryara girtina Leylayê şermezar dikin.  Em cezayê ku lê hate birîn wekî berdewama siyaseta serdestiyê ku hikûmeta AKP’ê li dijî kesayetên azadîxwaz de meşandin, pênase dikin. Aramanca vê siyasetê şikandina vîna gel e, ew naxwazin vîna jinên berxwedêr û têkoşer derkeve pêş. "   Recayê bi vê bangê daxuyanî bi dawî kir, "Em bang li civaka navnetewyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku sûncên dermirovî li dijî têkoşerên di girtîgehan bi dawî bikin.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.   'Em li hemberî siyaseta jinan dike hedef bêdeng namînin'   Di heman demê de Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiyê  jî têkldarê girtina Hevseroka KCD'ê  Leyla Guven de, li ber navena Kongreya Star a Kantona Hesekê hat dayîn.  Di daxuyaniyê de bi dehan jin ji tevahî sazî û rêxistinên sivîl beşdar bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêxistina Sara Lîlan Silêman ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Siyaseta dewleta tirk li hember kesayetên azadîxwaz dewam dike û wiha hat gotin," Careke din jina têkoşer û berxwedêr Leyla Guven ji aliyê dewleta tirk ve hate girtin û cezakirin. Rêxistina Sara rêxistineke li dijî tundiya li ser jinê ye, girtina Hevseroka (KCD) Leyla Guven em bi tundî şermezar dikin. Em Rêheval Leyla Guven wekî pêşenga berxwedaniyê û têkoşînê pênase dikin, ji ber ku xwedî îradeyeke mezin e û ji bo azadiya gelan têdikoşe . Em ê li beramberî siyasta faşîzmê ku jinan dike hedef  bêdeng namînin. “   Dxuyanî bi dirûşma”Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.