Bi wêneyên li dîwaran xêz kirin pitgirî dan çalakiyê 2020-12-27 14:42:52   AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdkirinia Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 31'aen de berdewam dike. Li navçeya Sûrê ya Amedê  bi wêneyê çalakgerên rojiya mirinê yên salên 80'yê ku li diwaran hatin xêzkirin piştgirî ji çalakiyê her hat dayîn.    Girtiyên PKK û PAJK'ê ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Çalakiya girtiyan di roja 31'an de berdewam dike. Çalakiyên piştgiriyê yên ji bo grevê jî didomin. Li Navçeya Sûrê ya dirokî li ser diwarên taxên Alipaşa û Îskenderpaşa nivîsa “Bijî Berxwedana Zindanan” hat nivîsandin û wêneyên çalakgerên rojiya mirinê yên salê 80'yî li Zindana Amedê li dîwaran hatin xêzkirin.