Cezayê Hucreyê li girtiyên ketin grevê hat birîn 2020-12-27 14:38:50   ÎZMÎR - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan li girtîgehan hat destpêkirin berdewam dike.  Li Girtîgeha Alanyayê cezayê hucreyê li girtiyên ketin grevê hat birîn.     Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan li girtîgehan ji alyê girtiyên PKK'yî û PAJK'ê ve di 27'ê Mijdarê de hat destpêkirin berdewam dike. Çalakiya ku koma 7'an dewr girt di roja 31'emîn de didome.    Li Girtîgeha Jinan a Şakranê jî di nav koma nûh de Rahşan Aydin û Mesîl Demîral cih digirin.   Li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin   Herwiha li Girtîgeha Alanyayê jî li gorî ximên Ramazan Sayan ên çûn hevdîtina wî ragihandin ku li girtiyên dikevin grevê cezayê hucreyê tê birîn.