'Heta asyişa me fermî bê dîtin wê têkoşîna me bidome' 2020-12-27 12:36:35     Viyan Seid- Almaz Nayif   ŞENGAL - Ji 9 cotmehe heta roja iro şêniyên Şengale li dijî biryara di navbera Bexda û Hewlerê de û ji bo fermîkirina asayişa Êzidxanê li ser piyan e.    Ev 26 rojin şêniyên Şengale ji bo fermîkirina Asayişa Ezidxanê kon vedanê û nobeta kon berdewam dike. Duh jî şêniyên Şengalê li navêda Şengale bi meşekê girseyî carekê din xwedî derketina li asayişa xwe diyar kirin û xwestin ku asayişa ji zarokên wan pêk te û parastina wan dike fermî bibe. Jinên Şengalê derbarê mijarê de nirxandin kirin.   Meyan Xwededa li ser meşa hatiye li darxistin û fermîkirina asayişa Ezidxane wuha peyîvî; “ armanca çalakî û meşên me ji bo fermîkirina hezên me yên leşkerî û di heman demê de jî naskirina asayişa me ye. Heta ku asayişa me neye qebulkirin wê çalakiyên me berdewam bikin. Em mafe xwe dixwazin. Em dixwazin hezên me yên ji me parastina me bikin. Heta ev bê qebulkirin em ê li ber xwe bidin. Deshilatdar dixwazin ku em herdem bêdneg bin. Bi taybet jî ji bo civaka êzidî. Lê edî em zanê bûne û me xwe rexistin kiriye û em van planan qebul nakin. Em dixwazin hêz û rexistina me bê naskirin. em tu hezên din li ser axa xwe qebul nakin. Hezên me ji zarokên me pek tên û parastina me dikin. Ew zarokên me qebul nakin em jî wan qebul nakin. Tu hezên din ji bo me ne pewîst in. Em dixwazin rêveberiya me bê qebûlkirin. Baweriya me edî bi tu hezên din naye.  Em ji heza  zarokên xwe bawer dikin.”   'Em ê bi xwe parastina xwe bikin'   Endama Tevgera azadiya jinên Ezidî (TAJE) Cane Sileman jî nerîna xwe wuha anî ziman; “ Em tenê ji hez û asayişa xwe bawer dikin. heta daxwazên me pek neyên em dev jî çalakiyên xwe bernadin. Em ê hêza xwe xurtir bikin. em ê bi xwe parastina xwe bikin. Bi asayiş û hezên xwe yên leşkerî em ê xwe biparezin. Em ê bi ser kevin. Heta ku daxwazên me bi cih neyên wê berxwedan û çalakiyên me berdewam bikin. Heta heza me qebul bikin em nasekinin.”   'Hata asayişa me fermî bibe em ê li ber xwe bidin'   Emine Hecî jî bi van gotinan helwesta xwe anî ziman; “ Heta hêz û asayişa me neyê qebulkirin em nasekinin. Heger asayîş û hezên me yên leşkerî nebûya îro em jî tunê bun. Me ne dikarî li ser axa xwe îro bijîn. Heta zarokên me azad nebin em jî ne azadin. Heta asayişa me fermî nebe em nasekinin. Ji ber hêza me ji me ye îro ewqas erîşî me dikin. dixwazin carekê din fermanê bînin serê me lê em qebûl nakin. Heta fermîbuyîna asayişa me em e li ser piyan bin û em ê li ber xwebidin.”   'Berxwedan wê bidome'   Li ser nave Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Riham Hico jî ev peyam da; “ Em di serî de berxwedana gel û dayikên xwe piroz dikin. ev 2 meh in şêniyên Şengalê li ser piyan e.  Tu kesî tu carî bawer nedikir ku ev civak li hember desthiladari û komplogeran derkeve. Lê îro ev civak li hemberî hemû planên ku hatinê kirin disekine. Edî ev civak dest direjî li hember deskeftî û piroziyên xwe qebul nake. 73 ferman bi serê me de anîn lê me teslimiyet qebul nekir. Em êdî natirsin û berxwedana me wê bidome.”   Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Ezidî (TAJE) berdevka TAJE Sebiha Sebrî jî ev peyam da; “ em di serî de hemû şehidên xwe bi bîr tinîn.  Em berxwedanA şêniyên Şengalê pîroz dibînin û silav dikin. Bi taybet jî dayiken me ev 2 meh in li ser piyan e û hemû civaka me ya li ber xwe dide piroz dikin û silav dikin. Îro roj roja berxwedanê ye. Ji ber ku lîstikên dijmin di her alî de li ser jin û civaka me tên meşandin. Ev peymana ku hatiye îmzekirin jî em weke berdewamiya fermana 74 dibînin. Tişta ku DAÎŞ ne dikarî li Şengalê pek bîne îro di bin navê qanûnan de dixwazin pek bînin. Yên ku di fermanê de Şengal parastin Şêniyên Şengalê bûn. Yên ku me hiştin û reviyan şuna wan zarokên vê civakê tijî kir û Şengal parast. Heger îro Iraq vê hezê ji xwe nabîne ev cihe şermezariye ye. Ji ber yên vir parastin ev hez bûn. Bi berxwedana şehidan îro ev gel heta vê astê. Em jî weke Tevgera Azadiya Jinên Ezidî heta dawî xwedî li şehiden xwe û rexistina xwe derkevin. Em tu carê pişta zarokên xwe bernadin.”