Greva birçîbûnê koma 7'an dewr girt 2020-12-27 09:24:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin koma 7'emîn dewr girt. Çalakî di roja 31'ê de berdewam dike.    Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 27'ê Mijdarê de hat destpêkirin berdewam dike. Çalakiya ku koma 7'an dewr girt di roja 31'ê de didome.    Peyama girtiyan, "Çalakiya me mehek li dû xwe hişt. Lê qirkirin, tundî, sirgûn, lêpirsînên ku duh dihatin kirin û îro jî berdewam dikin nikarin me bêzar bikin. Heta ku rêberê me azad bibe û binpêkirinên mafan li girtîgehan bi dawî bibin em ê çalakiya xwe bidomînin."