‘Azadiya rêberê me azadiya gelê me ye’ 2020-12-27 09:09:02   MEXMÛR - Li Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Îştarê ji bo piştevaniya greva birçîbûnê ya li zindanan greva birçîbûnê hat destpêkirin. Jinên ku tevlî grevê bûn bal kişandin ser tecrîdê û gotin: "Bi saya rêbertî em bûne xwedî zanîn. Heta ku em agahiyekê ji rêbertiya xwe negirin em ê çalakiyên xwe bidomînin û hîn xurtir bikin.”      Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên girtiyan ji aliyê girtiyên PKK'yî û PAJK'ê ve di 27'ê Mijdarê li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin. Ji bo piştgirîdayina çalakiyê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hat destpêkirin. Çalakiyên greva birçîbûnê didome.    ‘Armanca me azadiya rêbertiya me ye’   Çalakvana bi navê Sakîne Kaya wiha nêrîna xwe bi me re parvekir û got: “ Armanca min ji vê çalakiyê ew e ku serokê xwe rojekê beriya rojekê azad bikim. Bila her kes destê xwe dayne ser wîcdanê xwe û xwedî li rêbertiya xwe derbikeve. Ger ku serokê me azad nebe em jî bindest in. Bi saya rêbertî em bûn xwedî zanîn. Ez jî dibêjim êdî bes e ji bê dengiyê re bila her kes rabe ser xwe û hebûna xwe biparêze.”   ‘Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin’   Jina ciwan a bi navê Xelat Nerexî jî bal kişand ser berxwedana grtiyên zîndanan û wiha got: “Ji bo azadiya rêberê xwe em ketine greva birçîbûnê û heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Heta ku em agahiyekê ji rêbertiya xwe negirin em ê çalakiyên xwe bidomînin û hîn xurtir bikin. Azadiya rêberê me azadiya gelê me ye. Ez berxwedan û çalakiyên hevalên me yên zîndanê silav dikim. divê hemu ciwanên kurd rabin ser xwe û çalakiyên cur be cur li dar xînin.”