Welatiyên Qoserê: Em nikarin faturayên buha yên ceyranê bidin 2020-12-27 09:06:12   Medya Uren    MÊRDÎN - Şêniyên Qoserê li hemberî buhaya fatureyên ceyranê bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Em êdî nikarin debara xwe ya rojane bikin. Aboriya me têk çûye. Ligel vê jî niha em ketin fikara buhaya fatureyên ceyranê. Gelo kesên ku naxwebitin dê çawa wan fatureyan bidin?"   Bandora qeyrana aboriyê bi qedexeyên nû yên li dijî vîrûsa koronayê hatî girtin bêtir kûr bû. Welatî niha hem ji ber vîrûsê û hem jî ji ber qeyrana aboriyê bêzar bûne. Şêniyên li Qosera Mêrdînê, li hemberî buhabûna tiştan û bi taybetî jî zêdebûna bûhaya ceyranê bertekên xwe anîn ziman. Gelek malbatên ku nikarin debara xwe ya rojane bikin ji ber zêdehatina fatureyên ceyranê ketin nava fikaran. Şêniyên li kolana Mezopotamyaya Qosera Mêrdinê bertekên xwe ji ajansa me re anîn ziman.    'Derferên kar nîne'    Sultan Bogurcuya li taxa Mexopotamyê dijî wiha bal kişand li ser pirsgirêkan: “Pirsgirêkên me xilas nabin. Em xizan in. Ne kare me heye ne derfetên me. Hikûmet ji me re derfetên kar neafiridiye û me mehkûmê vê jiyanê dike. Ciwanên me niha betîr bi tiştên xirab re mijûl dibin. Tiştek ji destê me ji nayê. Zam hatiye ser her tiştî. Em ê ji xizaniyê bimirin. Lê divê hikûmet bizane ku êdî kêr vî civakê nayên."   ‘Em nizanin em ê çi bikin'    Sultan wiha behsa buhabûnê kir: “Saetên me yên ceyranên birin li ser dîrekan ve danîn. Êdî ew û wijdana wan. Ew diravê fatureyê bikin çiqas em nizanin. Fatureyên taxên jorî hatine û dibêjin her yek ji wan nêzî 800 TL hatiye. Gelo di nava vê bê kariyê de em ê çawa bidin? Perê me nîne em nikarin debara xwe ya rojane bikin. Ev bê wijdaniyê dikin. Bifikirin tenîkeyek rûn bûye 300 TL. Em nizanin em ê çî bikin."   ‘Bi firotina kartonan em debara xwe dikin'    Gulê Demîr ji yek ji wan mexduran e ku nikare pereye ceyranê bide wiha dibêje: “Ji ber şerê li Nisêbînê me berê xwe da Qoserê. Em perîşan bûn û zarokên me bi firotina kartonan debara malê dikin. Kar tune ye lê ji bo ku em bijîn jî pere hewceye. Her tişt bûhabûye. Ceyran, av, xwarin û vexwarin hwd. Saetên ceyranan birin ser dîrekan ve tanîn. Em dizanin ku dê ev tişt bandorê li fatureyan bike. Em ligel tunebûna derfetê dîsa hewl didin ku fatureyên xwe bidin. Pêwîste çareseriyek were dîtin. Jiyan wisa derbas nabe."    ‘Mafê me yên xizanan tune ye’   Sureya Ozer jî da zanîn ku ji ber pandemiyê hevjînê wê ji kar hatiye avêtin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Kesekî naxebite gelo em ê çawa fatureyan bidin. Bi qeyrana aborî û pandemiyê re hevjînê min ji kar avêtin. Tu debara me tune ye. Em li aliyekî kirê didin, li aliyekî ji van faturayan. Zarokên min ên dixwînin jî hene. Ji ber ku li malê înternet nîne zarokên min nikarin perwerdê bibin. Her tişt bi pere ye û buhaye. Dema pere tunabejî em nikarin tiştek din bikin. Mafê me ya xizanan nîne. Divê rayedar yekser dest bavêje vê mijarê. Em welatî di rewşek xeter de ne.”