'Tevî şer û pandemiyê me tenduristiya civakê parast' 2020-12-27 09:01:33   Sorgul Şêxo   QAMIŞLO - Cîgira Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê Bêrîvan Dewrîş a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rola jinê ya di tenduristiyê de her wiha xebatên xwe yên salekê nirxand. Bêrîvanê da zanîn ku wan jinan di qada tenduristiyê de roleke çalak lîstin û got tevî şer û pandemiyê me tenduristiya civakê parast.   Ji bo civakek xwedî siberojeke baş û ronî be divê di qada tenduristiyê de pêşketinên girîng hebin. Xebatên ku di qada tenduristiyê de tên kirin rê li ber serkeftinên wekî din jî vedike. Bi vê yekê girêdayî rol û risteya jinê ya di qada tenduristiyê de jî xwedî taybetmendiyeke girîng e. Cîgira Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê Bêrîvan Dewrîş a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rola jinê ya di tenduristiyê de her wiha xebatên xwe yên salekê nirxand.   'Tevî şer û pandemiyê me tenduristiya civakê parast'   Bêrîvanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên ku li dijî herêmê tên kirin û wiha dom kir: "Di nava şer û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin de, bandoreke neyinî li ser binesaziya herêmê, taybet di aliyê tenduristîyê de kiriye. Di encama şerê ku rû dide jî, di aliyê peydakirina bijîşkan de me zehmetî dikişand, lê bijîşk û karmendên jin dikarîbûn vê valahiyê dagirin û roleke çalak bilîzin. Bijîşkên jin dikarîbûn di perwerdekirin û têgihiştina karmendên nû yên tenduristiyê û civakê de, rêxistinkirina xwe û dermankirina nexweşên di nexweşxaneyan de, bibin bersiveke baş. Tevî şer û pandemiyê me tenduristiya civakê parast."   'Karmendên jin li dijî şewbê civak hişyar dikirin'   Bêrîvanê bal kişand ser rol û risteya jinê ya di qada tenduristiyê de û wiha pê de çû: "Karmendên jin dikarîbûn bi rêya perwerdeyê, di parastina civakê ya ji Vîrusa Koronayê de roleke girîng bilîzin. Jinên di qada tenduristiyê de bi erka xwe rabûn li dijî şewbê civak hişyar dikirin.Her wiha rewşên awarte jî hebûn ku jinan pêşengtiya wê dikirin."   'Bi semîneran civak hat hişyarkirin'   Bêrîvanê da zanîn ku ew di nava civakê de semînerên tenduristiyê didin û wiha pê de çû:"Ne tenê di nexweşxaneyan de bi rêya semîneran jî civak di warê tenduristiyê de bi rêya semîneran jî tê hişyarkirin. Li ser mijarên zayina xwezayî, qeyserî (sezeryan), xetereyên emeliyat qeyserî, nexweşiya pençeşêrê û hwd. hatin dayin. Ji bo parastina ji nexweşiyê li kampan jî semîner hatin dayin."    'Li gelek deveran navendên Mammography hatin vekirin'    Bêrîvanê bi lêv kir ku navendên Mammography jî li gelek deveran hatine vekirin û wiha domand:"Me gelek navendên keşifkirina pençeşêra pêsîran vekiriye û bi vê rêyê jî em nexweşên ku bi pençeşêrê ketine, li ser parastina ji vê nexweşiyê û danûstandina bi vê nexweşiyê re, perwerde didin. Piştî perwerde û semîner hatin dayin, êdî nexweşiyên civakê û taybet yên jinan kêm bûn. Encama semîneran ew bû ku êdî civak xwe bi xwe, hewil didin nexweşiyên xwe derman bikin. Taybet nexweşên pençeşêra pêsîrê êdî kêm dibe, jin jî ji mehê carekê li navenda Mammography, kontrola vê nexweşiyê dikin. Karmendên tenduristiyê kesên di encama êrişên dewleta tirk a dagirker de birîndar dibûn tedawî dikirin û jiyana wan rizgar dikirin."   'Bikaranîna dermanên xwezayî, nexweşiyên civakê kêm dike'   Bêrîvanê di axaftina xwe de bang li jin û civakê kir ku giraniyê bidin dermanên xwezayî û wiha dawî li gotina xwe anî: "Xweza dermanê hemû mirovan e, taybet çêkirina dermanên xwezayî û bikaranîna wê. Bikaranîna dermanên xwezayî ku li Jinwarê tê peydakirin, nexweşiyên civakê wê kêm bike. Ji ber ew dermanên ku madeyên kîmyewî tê de tune ne, di parastina civakê de bêtir dikare rolê bilîze. Pêwîst e ku civak xwedî li xwezaya xwe derkeve, ji ber ku ew xweza dermanê hemû pirsgirêk, derûnî û nexweşiyên civakê ne."   Sibehê: 'Em ê di 2020'an de jî kar û xebatên xwe bidomînin'