ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2020'Î 2020-12-27 09:00:00   *Cîgira Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê Bêrîvan Dewrîş a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rola jinê ya di tenduristiyê de her wiha xebatên xwe yên salekê nirxand. Bêrîvanê da zanîn ku wan jinan di qada tenduristiyê de roleke çalak lîstin û got tevî şer û pandemiyê me tenduristiya civakê parast. DÎMEN HEYE   *Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn têkildarî lêgerîna tazî ya di demên dawî de di rojevê de cihê xwe girt da zanîn ku ev lêgerîna tazî tenê li kesên ji doza cemaatê hatin darizandin nehatiye kirin û got:"Di 23 salan de 780 serlêdaran têkildarî lêgerîna tazî de li me hat kirin. Ev rêbaza bi salan e li ser jinên kurd û sosyalîst tê meşandin. Ev bi salan e em dixwazin vê yekê bînin ziman lê belê hîn nû nîqaş li ser tên kirin."  DÎMEN HEYE   *Bi pêşbirkan di nava civakê de çanda şîdet, popîlizm û mezaxkirinê tê pêşxistin. Di pêşbirkan de ev çand bi kodên cuda di binhiş de tên bicihkirin û bi vî rengî şekl didin civakê.   *Xwarina çîk xwarineke gelêrî ye û di çanda Efrîniyan de bi nav û deng e. Ev xwarin ji savar û şînkahiyê tê çêkirin. Melek Mihemed a ku kevneşopiya çêkirina xwarina çîk dewam dike diyar kir ku çêkirina xwarina çîkê wan gelekî bextewar dike û got ew ê vê çandê bidomînin.  DÎMEN HEYE   *Şêniyên Qoserê li hemberî buhaya fatureyên ceyranê bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Em êdî nikarin debara xwe ya rojane bikin. Aboriya me têk çûye. Ligel vê jî niha em ketin fikara buhaya fatureyên ceyranê. Gelo kesên ku naxwebitin dê çawa wan fatureyan bidin?" BI DÎMEN    * Jinan bertek nîşanî girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven da û gotin: "Îqtîdar bi her awayî êrîşê jin, ciwan, HDP'ê û muxalîfan dike û dixwaze wan bêdeng bike. Li ser Leylayê dixwazin peyamek bidin civakê. Lê divê baş bê zanîn ku em tu carî bêdeng nabin û natirsin." BI DÎMEN    *Li Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Îştarê ji bo piştevaniya greva birçîbûnê ya li zindanan greva birçîbûnê hat destpêkirin. Jinên ku tevlî grevê bûn bal kişandin ser tecrîdê û gotin: "Bi saya rêbertî em bûne xwedî zanîn. Heta ku em agahiyekê ji rêbertiya xwe negirin em ê çalakiyên xwe bidomînin û hîn xurtir bikin.” DÎMEN HEYE