Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî êrîşên li ser Eyn Îsayê meşiyan 2020-12-26 15:51:11   EYN ÎSA - Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê û ciwanên Minbicê, êrîşên dewleta tirk li ser navçeya Eyn Îsa bi meşekê şermezar kirin.   Li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ya Herêma Firatê, her wiha ciwanên Minbicê meşiyan. Meşê bi tevlîbûna bi sedan ji endamên ciwan ên ji kampa Eyn Îsayê dest pê kir û li ber baregeha Rûsyayê rawestiya. Di meşê de alênTevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, alên Yekîtiya Jinên Ciwan, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Li zindanan serhildan e, li Eyn Îsayê berxwedan e" hatibûn hildan.    Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, daxuyanî hate dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Jinên Ciwan ên Kobanê Xûnaf Xelîl ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Dewleta tirk bê navber êrîşî navçeya Eyn Îsayê dike. Di Eyn Îsayê de gelê sivîl bi êrîşan re rû bi rû maye û rojane kiryarên dijmirovî li wir tên kirin. Dewleta tirk û hevkarên xwe bi zanebûn kiryarên şer li herêmê didin meşandin. Armanca dewleta tirk a van êrîşan ew e ku ewlehiya herêmê têk bibe û li şûna wê koçberî bê çêkirin. Li aliyê din jî dixwazin destkeftiyên şoreşa me binpê bikin û têkoşîna gelê me bişkînin.   Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê û ciwanên Minbicê ji navçeya Eyn Îsayê, berxwedana şervanan silav dikin û piştgiriyê didin wan. Têkoşîna me li dijî êrîşên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî dê bi ser bikeve. Banga me ji tevahî ciwan, jin û gelê berxwedêr re heye ku li dijî êrîşên dewleta tirk serî hildin. Ji bo em destkeftiyên şoreşê biparêzin û xwedî li axa xwe derkevin, divê em li dijî dewleta tirk bi hev re li ber xwe bidin.”   Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Eyn Îsayê" bi dawî bû.