Nûçegîhana me Gulîstan Azak serbest hat berdan 2020-12-26 15:47:39   DÊRSIM - Nûçegîhana me Gulîstan Azak a li Pêrtagê hat binçavkirin ji bo îfadeyê birin Edliyeya Dêrsimê, piştî ku li edliyê îfade da serbest hat berdan.    Nûçegîhana me Gulîstan Azak duh dema ji şopandina nûçeyan ji Pêrtaga Dêrsimê vedigeriya Amedê li nokteya polîsan hat sekinandin û hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku di çarçoveya doza 2018'an de biryara anîna bi zorê di derbarê Gulîstanê de heye û bi vê hincetê hatiye binçavkirin. Ji bo girtina îfadeyê ya bi SEGBIS'ê Gulîstanê anîn Edliyeya Dêrsimê.      Gulistan piştî ku li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê îfade da serbest hat berdan.