'Leyla Guven sembola berxwedana jinên Kurd in' 2020-12-26 12:46:42   HESEKÊ - Rêxistina Kongreya Star a Kantona Hesekê girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi daxuyaniyekê şermezar kir.   Bi armanca şermezarkirina girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku cezayê 22 sal û 3 meh lê hate birîn, Rêxistina Kongreya Star a Kantona Hesekê daxutanî da. Di daxuyaniyê de bi dehan jin ji tevahî sazî û rêxistinên sivîl beşdar bûn.  Daxuyanî li Navenda Kongreya Star a Taxa Nasra ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a  Kantona Hesekê Lîlav Ebd-El Rehmen Hisên ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Weke tê zanîn careke din jina têkoşer û berxwedêr Leyla Guven ji aliyê dewleta tirk ve hate girtin û cezayê 22 û 3 meh lê hate birîn. Dewleta faşîst li dijî vîna azad û aşîtîxwaz a jina Kurd Leyla Guven biryareke nehiqûqî pêk anî.Leyla Guven sembola berxwedana jinên Kurd e, dilsoz û şopdara felsefeya Rêber Apo ye. Ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzikî û azadiya hemû girtiyên siyasî, bi fedekarî û îradeyeke mezin 200 rojan bedena xwe da ber greva birçîbûnê. Ji bo wê jî dewleta tirk bi vê biryara girtina wê dixwaze îrade û vîna jinên kurd bişkîne. Lê em weke Rêxistina Kongreya Star û hemû jinên azadîxwaz dibêjin em hemû Leyla ne.  Em ê her dem li qadan bin û piştgiriyê bidin berxwedana Leyla Guven. Dewleta tirk dijminê azadiya mirova ye. Em ê şopedarê riya heqîqet û azadiyê bin. Li hember kiryarên dewleta tirk em ê li ber xwe bidin."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Berxwedan" bi dawî bû.