Hevserokên DBP'ê çûn serdana Halise Aksoy 2020-12-26 11:47:28   AMED - Hevserokên DBP'ê û endamên PM'ê çûn serdana Halîse Aksoy a ku di encama serdegirtina mala wê de hat binçavkirin û piştre hat berdan.    Di pevçûna di 2017'an de li Dêrsimê rû da de Egît Îpek jiyana xwe ji dest da û di 2'yê Adarê de jî cenazeyê wî bi kargoyê ji dayika wî Halîse Aksoy re hat şandin. Polîsan di 23'yê Kanûnê de bi ser mala Halîseya ku cenazeyê kurê wê bi kargoyê jê re hatibû şandin de girtibûn. Bi hinceta îxraba derbarê mêvanên Halîsê yên malê yên endamên MYK'a HDP'ê de polîsan Halîse û yên malê kirin bin çavan û piştre berdan.    Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk  (DBP) Saliha Aydeniz û Keskîn Bayindir û endamên meclîsa HDP'ê ji bo bêjin derbasî be çûn serdana Haliseyê.