Çalakiyên grevên birçîbûnê di roja 30'emîn de ye 2020-12-26 09:12:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, bi koma 6'emîn di roja 30'an de berdewam dike.    Greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di 27'ê Mijdarê de hat destpêkirin berdewam dike. Çalakî di roja 30'an de ye.   Girtî bi rêya malbatên xwe banga piştevaniya çalakiyê dikin. Her wiha heta niha ji hêla Wezareta Dadê vê tu pêşketin pêk nehatine. Jinên girtî yên girtîgeha Alanyayê ji ber greva birçîbûnê derbarê wan de lêpirsin hat destpêkirin û cezayê hicreyê hat dayîn. Nîda Kutlu, Hatîce Çakmak û Şukran Ozer bi hinceta "Propagandaya rêxistinê dike" 11 roj cezayê hicreyê girtin.