Halîse Aksoy: Ez ê ji sekna xwe tawîzê nedim 2020-12-26 09:10:03   AMED - Halîse Aksoy a ku bi ser mala wê de girtin û hat binçavkirin, piştî ku hat berdan wiha got, "Ez sedema tundiya li min hat kirin dizanim. Di kesayeta Egîtê min de heqaret li kurdan kirin. Ev ji ber çavên min naçe. Serê min bilind e. Ger ku min  parçe bikin û têkin bin erdê jî ez ji sekna xwe tawîzê nadim."    Bi hinceta ku derbarê HDP'yiyên li malê wê mêvan bûn di 23'yê kanûnê de polîsan êvarê bi ser mala dayika Agît Îpek ê ku li Dêrsimê di 2017'an de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û di 2'yê Adara 2020'î de cenazeyê wî bi kargoyê jê re şandin Halîse Aksoy de girtin.  Piştî lêgerîna bi saetan li malê hat kirin 4 endamên Lijneya Rêvebirinê ya Meclisa HDP'ê û Halîse hatibûn binçavkirin û biribûn midûriyeta polîsan a Amedê. Halîse û mêvanên wê ku 4 saetan îfadeya wan hat girtin piştî wê hatin berdan.    'Çêr kirin û avêtin erdê'    Halîse diyar kir ku polîsan derî bi dembor şinandine û ketine hundir.  Halîse anî ziman wê û mêvanên xwe çawê vedixwarin û wiha berdewam kir, "Piştî ku ketin hundir gotin 'li erdê dirêj bibin' û em li erdê razandin. Piştre jî berê xwe dan mêvanên min.  Bi piyên xwe bê li pişta me kirin.  Dema ku tundî li mavana min kirin min jî xwe negirt û ez bi ser wan de çûm. Min got mêvane hûn çima lê didin.  Çêr li min kirin û dîsa min avêtin erdê û pê li pişta min krin.  Piştre li malê geriyan. Destmaleke min a kesk, sor û zer hebû ew girtin û hin kovarên ku ji bo biavêjim sobê min anîbûn malê jî anîn. Ez nizanim qexe ne an ne qedexe ne. Lê wekî delîlê sûc nîşan dan.  5 saetan li malê geriyan û bi pêlavên xwe ketin malê. Hemû mal qirêj kirin. Du rojan min mal paqij kir."   'Gotin lawê te jiyana xwe ji dest nedaye'   Halîse got ku wêneyên Egît û lawê wê yê PKK'yî wêneyên wan ji malê girtin û di dirêjiyê de wiha got, "Dema ku kirin binçavan min jî got ew zarokên min in. Gotin 'çima ev kinc li wanin?' Min jî got yekî ji wan jiyana xwe ji dest daye. Ji min re gotin 'na jiyana xwe ji dest nedaye'. Piştî wê parêzer mudaxele kir. Got 'berî bi 5-6 mehan jiyana xwe ji dest daye' wê demê jî gotin 'we çima îlana mîrina wî nekiriye?' Piştî parêzer got divê dozgeriyê bikra êdî zêde nekirin. Wêne paşve nedan. Li pişt deriyê min jî şopa tiliyan girtin.  Min got şîna min dewam dikir û gelek kes hatine mala min. Tu şopa tiliyên kê digirî. Got endama HDP'ê yî. Min got ez ne HDP'yî me lê diçim HDP'ê û têm. Ev jî ne sûc e  ger ku sûc bûna divê nebûna partiya fermî."   'Min 8 zarokên xwe di nava xizaniyê de mezin kir'    Halîse di axaftina xwe de bal kişand ser gotinên polîsan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Polîsan ji mi re got 'Hûn xayîntiyê dikin, em xwarina we didin. Em heqê xwe helal nakin'. Em çima xayîntiyê dikin? Em li mala xwe ne. Parçeyek nanê me hebe em wê dixwen. Kesek me xwedî nake, em ne li ber deriyê kesekî nînin. Bila zilmê li me nekin. Min 8 zarokên xwe di nava xizaniyê de mezin kir. Ez rojekî neçûm li ber deriyê dewletê. Gelo ez ê çima biçim li ber deriyê kesên din. Ez birçî bimînim jî naçim. Ez wê zilma ku tê kirin qebûl nakim. Kesên ku xayintiyê dikin ev bi xwe ne. Zilmê gel dikin û xayintiyê dikin û welat parçe dikin ev bi xwe ne. Tenê zirarê nadin me, ew jî zirarê dibînin. Êdî em vê zilmê qebûl nakin. Êdî bes e."    'Min xof kiriye dilê wan'   Halîseyê da zanîn ku ji ber ew jin e xwestine wê bitirsînin û wiha got:"Welleh ez natirsim. Çiqasî zor li me tê li wan jî ewqas zor tê. Ji ber ez kurd im bila bi ser mala min de negirin. Bi çavên wan ez jineke ku tenê dijîm e. Min xof kiriye dilê wan. Bila werin. Mala min hildiweşînin çi dikin bila bikin. Li mala min tiştek tune ye. Xizmên min dostên min pir in. Her roj tên min ziyaret dikin. Ma bila kes neyê? Çavên we çima li ser mala min e? Kesek min gilî nake."   'Serbilind im'   Halîseyê bi lêv kir ku ew fam nake çima ewqas zext li wê tên kirin û wiha pê de çû:"Min tiştek nekiriye. Ji ber zarokê min ewqas zextan li min dikin. Lawê min jî kuştin, kirin pakêt û ji min re şandin. Dîsa jî serbilind im. Ew min jî bikin pakêt min jî di bin erdê dikin ez dîsa heman kes bim. Ez ê dîsa girêdayî doza lawê xwe bim. Xwezî tiştek ji destên min bihata. Ez miroveke nexweş im çi ji min dixwazin nizanim. Ger difikirin ku ew ê dilê min ji cihê wê derxin û ew ê mejiyê min qirêj bikin, bila wiha nefikirin, ew nikarin. Nikarin bikin. Mejiyê min û fikrên min qirêj nabin. Wan heqaret li min kirin. Di şexsê Egitê min de heqaret li min kirin. Ev ji ber çavên min naçe. Ez ê vê yekê ji bîr nekim. Bila dev ji min berdin."