Rojnamegerên lêgerîna tazî li wan hat kirin rave kirin 2020-12-26 09:09:23   ENQERE - Rojnamegerên jin ên îşkenceya lêgerîna tazî li wan hat kirin diyar kirin ku bi taybet Serokwekîla Koma AKP'ê Ozlem Zengin a ku lêgerîna tazî înkar kir û yên din divê lêborînê bixwazin û wiha gotin:"Em îro dengê xwe dernexin dibe ku sibehê hîn derengtir be."   Nîqaşên têkildarî îşkenceya lêgerîna tazî ya ku berê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu bir meclîsê û piştre kir rojeva raya giştî, dewam dikin. Bi sedan mirovên lêgerîna tazî li wan hatiye kirin bi parvekirinên li ser medyaya civakî ev pêkanîna îşkenceyê teşhîr kirin.    Rayedarên dewletê yên pêkanîna îşkenceya lêgerîna tazî înkar kirin dewsa têkildarî kesên ev îşkence pêk anîne lêpirsînê dest pê bike derbarê kesên pêkanîna li dijî rûmeta mirovan parve kirin lêpirsîn da destpêkirin.   Di nav kesên ku lêgerîna tazî li wan hatiye kirin rojnameger jî hene. Rojnameger Meltem Oktay a bi zextên îktidara siyasî ket girtîgehê û piştre mecbûr ma derkeve derveyî welat û bi îşkenceya lêgerîna tazî rû bi rû hat hiştin û Rojnameger Filiz Zeyrek îşkenceya lêgerîna tazî ya li wan hatiye kirin rave kirin.    'Min dadger re got lêgerîna tazî li min kirine lê guh nedayê'   Meltem Oktay da zanîn ku di 14'ê Nîsana 2016'an de îşkenceya lêgerîna tazî li Muduriyeta Emniyeta Nisêbînê lê hatiye kirin û anî ziman ku lêgerîna tazî li Tirkiyeyê bûye polîtikayeke sîstematîk. Meltemê îşkenceya ku pê rû bi rû maye wiha rave kir:"Du polîsên jin bi tundî lêgerîna tazî li min kirin. Ev rewş hêsek pir xirab e. Ev rewşeke biçûkxistina rûmetê û xwestina şikendina îradeya mirovan e. Piştî pêvajoya binçavkirina min bi dawî bû li dadgehê min ji dadger re diyar kir ku lêgerîna tazî li min kirine lê belê dadger guh neda vê yekê. Min diyar kir ku ez vê rewşê qebûl nakim. Lê belê guh nedan beyana min. Wekî ku ev rewşeke asayî be pêşwazî kirin. Dema tu bixwazî îşkenceya li te hatiye kirin bîne ziman jî guh nadên. Bi lêgerîna tazî wekî ku yê li hember 'sûcdar' be nîşan didin lê ev yek ne hiqûqî ye. Lêgerîna asayî heye ji wê wêdetir îşkence ye."   'Lêgerîna tazî nayê înkarkirin'   Meltemê da zanîn ku ev pêkanîn bi rûhiştina lêgerîna tazî ya komek xwendekarên li Ûşakê dîsa ket rojevê lê belê ev ne pêkanîneke nû ye û bi salan e ev tişt tê kirin. Meltemê got:"Wekî her tiştî ev yek jî tê înkarkirin. Çiqas bê înkarkirin jî ev îşkence li navên binçavkirinê yên Tirkiyeyê, di têketina girtîgehan de û di sewqkirina girtîgehan de tê kirin. Me wekî rojnamger gelek carî nûçeyên vê mijarê jî çêkir. Kesên bi vê yekê rû bi rû mane me bi wan re hevdîtin kir. Ev tişt nayê înkarkirin. Gelek kes derketin û anîn ziman ku ew bi lêgerîna tazî rû bi rû hatine hiştin. Ez jî yek ji wan im. Divê her qad li dijî îşkenceya lêgerîna tazî derkeve. Divê herkes derkeve vê pêkanînê bîne ziman û serlêdana sûc bike û bi taybet Serokwekîla Koma AKP'ê Ozlem Zengin a ku lêgerîna tazî înkar kir û yên din divê lêborînê bixwazin. "   'Ez bûm şahidê pêkanînên dijmirovî'   Rojnameger Fîlîz Zeyrek a ku di 26'ê Sibata 2019'an de hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jinê ya Edirneyê îşkenceya lêgerîna tazî ya pê rû bi rû maye wiha rave kir:"Piştî karê ketina girtîgehê du gardiyanên jin gotin divê tu xwe tazî bike. Min ev yek qebûl nekir û du jinên gardiyan ên din hatin. Min diyar kir ku ev yek rûmeta mirovan dişkîne û min got ez qebûl nakim. Lê belê gardiyanan bi israr xwestin min tazî bikin. Her wiha gardiyanan heqaret jî dikirin. Bi tiştên hatin serê min ez bûm şahidê pêkanînên dijmirovî. Bi pêkanînên kêfî li dijî girtiyan sûc dikin. Dengderxistina li dijî vê pêkanînê peywira her kesê dibêjin 'ez mirov im'. Heger em îro dengê xwe dernexin dibe sibehê pir dereng be."   'Pêkanînên dijmirovî li ser girtayan tê meşandin'    Fîlîzê da zanîn ku ji bo parastina saltanata îktidarê pêkanînên dijmirovî tên kirin û wiha got:"Ji bo îktidar paldanka xwe û saltanata xwe biparêze pêkanînên bi vî rengî dikin. Em dizanin ku li girtîgehan akademisyen, rojnameger, siyasetmedar û gelek welatiyên bê sûc hene. Girtiyên li girtîgehan pêkanînên dijmirovî li ser wan tê meşandin bi tundiya lêgerîna tazî rû bi rû tên hiştin. Vana gelek carî ji aliyê komisyonên girtîgehan, Komeleya Mafên Mirovan wekî belge hatin parvekirin. Mixabin AKP van binpêkrina mafên ku ew bi xwe bûye sedem ji nedîtive tê. Ev yek jî fikarek e bi tirs e."