'Tecrîd sûcekî bêehlaqîyê ye, pêwist e bi dawî bibe' 2020-12-26 09:04:50   Sara Şêx Hesen   HELEB - Jinên bajarê Helebê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn ziman ku divê tecrîd bi dawî bibe û wiha gotin:"Tecrîd sûcekî bêehlaqîyê ye û divê bi dawî bibe. Li dijî tecrîdê ew ê têkoşîna me bidome."   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin û teslîmî dewleta tirk hat kirin. Ev 21 sal in Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê tê girtin demek dirêj e tecrîdeke giran li ser tê meşandin. Li dijî tecrîdê û binpêkirina mafên li girtîgehan girtiyan di 27’ê Mijdara 2020’an de li Bakur û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdor û dorveger kirin. Ji ber bandora fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên avakirina pergaleke demokratik li cîhanê belav dibe, ev jî bûye  yek ji sedemên girankirina tecrîdê. Li dijî tecrîda girankirî Gelê Kurd û dostên wan di nava çalakiyan de ne û her daxwaza maf û azadiyê dikin. Têkildarî mijarê jinên bajarê Helebê nêrînên xwe anîn ziman.    'Tecrîd sûcekî bêehlaqîyê ye, pêwist e bi dawî bibe'   Jina bi navê Zeyneb Nasir bertekên xwe li dijî tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin anî ziman û ev tişt got: "Tecrîda ku niha li Îmraliyê li ser Rêber Apo tê meşandin, sûcekî bêehlaqîyê ye û pêwîst e bi dawî bibe. Dewleta tirk bi girankirina tecrîdê dixwaze vîna me ya ji bo doza azadiyê biçewisîne. Ramanên Rêber Apo her bi me re dijîn û di hemû rê û rêbazên jiyana me de em pêk tînin. Bi saya fikrê azad em jin bûn xwedî hebûn û statu. Ger ku dewletên hegemonîk qîmeta azadiyê bizanibane, wê ewqasî tecrîd li ser Rêber Apo giran nekirina. Mirovekî mîna Rêber Apo cihê wî ne zindan e. Ger di oxira vê dozê de em canê xwe jî bidin, em ji doza azadiya xwe venagerin û her em ê banga azadiya Rêber Apo bikin."    'Wê jin azadiya Rêber Apo mîsoger bikin'   Îlham Omar jî destnîşan kir ku dewleta tirk dixwaze bi rêbazê tecrîdê serweriya xwe li ser civaka kurd bide ferzkirin û wiha pê de çû: "Di zindanê de gelek zext û binpêkirinên mafan tên kirin. Armanca dewleta tirk ew e ku Rêber Apo ji civakan û bi taybet ji civaka kurd qut bike. Dixwazin bi rêbazên tecrîdê serweriya xwe li ser civakan bidin ferzkirin û vîna me hedef bigirin. Pêwîst e di destpêkê de jin pêşengtiyê ji doza azadiya Rêber Apo re bike, ji ber eger dîsa civak kole bibin wê herî zêde jin zirara wê bibîne. Wê jin azadiya Rêber Apo mîsoger bikin."   'Di zindanên Tirkiyeyê de mafê girtiyan tune ye'   Fatme Mihemed jî bal kişand ser binpêkirinên ku di zindanên Tirkiyeyê de li ser girtiyan tên kirin û ev tişt got: "Di zindanên dewleta tirk de kiryarên dijmirovî tên kirin. Mafê girtiyan tune ye.  Rêber Apo jî ji gelek mafên xwe yên hiqûqî wekî girtiyekî di zindanê de bêpar e. Em dixwazin agahiyekê di derbarê rewşa Rêber Apo de bigirin. Pêwîst e hemû rêxistinên mafê mirovan ji dawî li bêdengiya xwe bînin û bi erkê xwe rabin. Em ê ji bo Rêber Apo her têbikoşin."